Banga mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê: Tecrîdê rakin, çareserî li Îmraliyê ye

Di meş û serdana esnafan a ji bo mîtînga 13’ê Cotmehê ya Amedê hatin lidarxistin de careke din hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Piştî meş û serdana esnafan a ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê li ber Mizgefta Mezin daxuyanî hat dayîn. 
Endama Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê Ayla Akat Ata di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêtehamuliya li hemberî dirûşmeyên ji bo Abdullah Ocalan hatin berzkirin da û got, “Her kes bi salan e diyar dikin ku rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Yên ku wir weke navnîşana nîşan didin ne em tenê ne. Vîneke siyasî ku wir weke navnîşanekê didît hebû. Û ev vîn hîn jî li ser desthilatdariyê ye.”
Ayla Akat Ata wiha berdewam kir: “Ev gel dixwaze wê vînê careke din nîşan bide. Ji ber vê yekê, ev bêtehamulî çi ye? Ma ev ne bêtehamuliya li hemberî çareserî û aştiyê ye?”


Ayla Akat Ata anî ziman ku roja 13’ê Cotmehê ne rojeke tesaduf e û wiha got: “Ev ne dîrokek din e. Jixwe pirsgirêk tam di vir de ye. Di îlegalîzekirina aştiyê de ye. Îlegalîzekirina gotina çareseriya demokratîk e. Pirsgirêk ew e ku tê xwestin vê yekê weke rastiyekê pêşkeşî raya giştî bikin. Banga ji bo çareseriya demokratîk ne sûc e, daxwaza aştiyê ne sûc e. Em bêtehamuliya wan qebûl nakin. Em ê di mîtîngê de bibêjin çareseriya demokratîk û aştî. Çareserî li Îmraliyê ye, em ê bibêjin tecrîdê rakin."


Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel diyar kir ku pirsgirêk wê bi muxataban re çareser bibe û got, “Pêşî hûn ê gelê Kurd, gelê Kurdistanê nas bikin. Hûn ê maf û azadiya wan bidin wan. Pirsgirêk bi muxataban re çareser dibe. Ma hûn ê muxatabê xwe di tecrîda mutleq de bihêlin? Aştî wê çawa bibe? Aştî û çareserî li Îmraliyê ye. Ger zarok, pitik û jinên me bên qetilkirin, ev ji pirsgirêka Kurd ne qut e. Polîtîkaya şer ev welat xist nava tariyê. Em dixwazin welat ji tarîtiyê derxin. Ji ber vê jî mîtînga 13’ê Cotmehê ji bo aştiyê girîng e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê li ser Birêz Ocalan e, li ser tevahiya Tirkiyeyê ye. “


Piştî axaftinan gel bi çepik û berzkirina dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" dawî li çalakiya xwe anîn. Piştre endamên partiyê ji bo xebatên mîtîngê derbasî nuqteyên din ên bajêr bûn.