Ji 5 kesên ku li Amed û Stenbolê hatibûn binçavkirn 3 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê li Stenbolê de li Amed û Stenbolê di 7’ê Cotmehê de 5 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 5 kesan 3 kes hatin girtin.

Di 7’ê Cotmehê de li Stenbol û Amedê endamê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Yûsûf Emînoglû jî di nav de 5 kes hatibûn binçavkirin.

Ev operasyon têkildarî lêpirsineke ku bi hincetên weke ‘’Endamtiya rêxistinê’’ û ‘’Alîkariya madî ya ji rêxistinê re’’ dihate birêvebirin, hatibû kirin.

2 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeya xwe ya dozgerîyê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Yûsûf Emînoglû û du kesên din bi hincetên weke ‘’Endamtiya rêxistinê’’ û ‘’Alîkariya madî ya ji rêxistinê re’’ ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.