Komploya 9’ê Cotmehê li Reimsê hat protestokirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajaê Reims ê Fransayê hate protestokirin.

Li Reimsê komeke jin bi vekirina pankartê û belavkirina danezanan Komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.

Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Xwebûn ve di çarçoveya pênagava cîhanî "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hate lidarxistin.

Jinan komployê şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Di çalakiyê de ligel dowizên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, pankarta mezin ku li ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan hebû, hate vekirin.