BI DÎMEN

Li Parîsê standa ‘Ji Rêber Apo re azadî’ hat danîn

Li banliyoya Corbeil a paytexta Fransa Parîsê, standa “Ji Rêber Apo re azadî” hat danîn.

Li banliyoya Corbeil a paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de standa “Ji Rêber Apo re azadî” hat danîn. Stand bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat danîn. Stand bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Di standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Di standê de banga tevlîbûna “Konsera hevgirtina bi Rêber Apo re” ya di 19’ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin hat kirin.

Stand nêzî sê saetan berdewam kir. Çalakiya standê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.