KCDK-E’yê banga xwedîderketina li çalakiyên 12-13’ê Cotmehê kir

KCDK-E’yê banga xwedîderketina li çalakiyên 12-13’ê Cotmehê yên di pêşengtiya TJK-E’yê de li dijî Komploya Navneteweyî û tecrîda Îmraliyê bên lidarxistin, kir.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi bîr xist ku ji bo çalakiyên 12-13'ê Cotmehê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) li gelek welatên Ewropayê bên lidarxistin.

KCDK-E’yê anî ziman ku jinên Kurdistanê ên ku 26 sal in pêşengiya têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dikin wê bi çalakiyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Weke KCDK-E’yê bang li her kesî dikin ku bi awayekî xurt xwedî li çalakiyên ku di 12-13'ê Cotmehê de bên lidarxistin derkevin.”