Scholz wê biçe Tirkiyeyê: Rojev Rojhilata Navîn e

Hat daxuyandin ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wê hefteya bê biçe Tirkiyeyê û li ser şerê li Rojhilata Navîn ê ku roj bi roj mezin dibe bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.

Berdevkê Şansolyeyê Elmanyayê di civîna çapemeniyê ya asayî ya ku li Berlînê hat lidarxistin de ragihand ku Scholz wê di 19’ê Cotmehê roja Şemiyê li Stenbolê bi Erdogan re bicive.
Olaf Scholz di Adara 2022’yan de piştî dest bi peywirê kir çend meh şûnde çûbû Tirkiyeyê.
Berdevk daxuyand ku di rojeva hevdîtinê de wê "Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê û rewşa Rojhilata Navîn" cih bigire. Berdevk bêyî ku bikeve nav hûrguliyan anî ziman ku wê mijarên koçberî, aborî û pirsgirêkên dualî jî bên rojevê.