MAK’ê li Amedê fotokapan îmha kir û li Sêrtê jî pankart bi darve kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amedê fotokapanek îmha kirine û li Sêrtê jî pankart bi dar ve kirine.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li Amed û Sêrtê çalakî lidar xistine.

MAK’ê got, "Roja 9'ê Cotmehê dora saet 07:00'an hêzên me li dijî amûrên teknîkî yên ku dagirkeran li herêma Şehîd Baran a navçeya Hezro ya Amedê bi cih kirine, çalakiyek pêk anîn. Ev cîhazên teknîkî yên li hemberî gerîlaya azadiyê li qadê hatin bicihkirin, ji aliyê mîlîsên me ve hatin tespîtkirin û îmhakirin. Di encama çalakiyê de fotokapanek û hemû alavên ku pê ve girêdayî hatin îmhakirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li hemberî van cîhazên teknîkî yên li dijî gerîlayê azadiyê hatine bicihkirin hişyar bin û bi wergirtina tedbîrên pêwîst re di nuqteya ku tespît kirine de îmha bikin. "

MAK’ê li ser çalakiya li Sêrtê jî ev agahî parve kirin, "Şeva 8'ê Cotmehê milîsên me li Taxa Alan a Navendî ya Mehsertê pankarteke ku li ser nivîsa , 'Me Komploya 9 'ê Cotmehê jibîr nekiriye, Bijî Rêber Serok Apo' daliqand."