BI DÎMEN

Li Sydneyê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin

Li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Gallera Nû (NSW) ya Sydneyê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û banga azadiyê hat kirin.

Li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Gallera Nû (NSW) ya bajarê Sydney ê Awûstûryayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de Edîtorê Kovara Greenleft Peter Boyle axivî û wiha got: “Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êşkence û binpêkirina mafên mirovan e. Birêz Abdullah Ocalan, Rêberê Gelê Kurd û muxatabê aştiyê ye. Çawa ku li Efrîkaya Başûr azadiya Nelson Mandela rejîma Apartheid bi dawî kir, azadiya Abdullah Ocalan jî wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Fikrên Birêz Abdullah Ocalan ên der barê rizgariya mirovahiyê de ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên din jî pir girîng e. Ji ber vê azadiya Abdullah Ocalan wê rêya aştî, edalet û azadiyê veke.”

Li ser navê NCKD’ê Baran Sogut jî daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Divê dawî li tecrîda mutleq û pergala êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn. Daxwaza me ji hikûmeta Awûstûryayê ew e ku piştgirî bide vê hewldanê ku wê rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke. Rêya aştiyê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derbas dibe.”

Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûryayê Brûsk Ayverî jî axivî û wiha got: “Armanca me ew ku di qonaxa duyemîn a pêngava ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Heta ku encamê bigirin em ê têkoşîna xwe bi biryar bidomînin.”