Akgul: Divê em bi yekîtiyê bersiva herî xurt bidin êrişan

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Adnan Akgul nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê da û got, "Divê em bi yekîtiya xwe bersiva herî xurt bidin êrişan."

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 15'ê Hezîranê de nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Adnan Akgul, êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal, Mexmûr û Qendîlê nirxand û nerazîbûn nîşanî êrîşan da.

‘ÊRÎŞ ISRARA DIJMINATIYA KURDAN E’

Akgul anî ziman ku Tirkiye di polîtîkaya dijminatiya li Kurdan de israr dike û got: "Li ser gelê wargehê ev 11 meh in dorpêç û ambargoyek ne mirovahî heye. Gelê wargehê di encama polîtîkayên şerê qirêj ên dewletê de sala 1994-1995’an ji Bakurê Kurditanê koçî Herêma Federal Federal a Başûrê Kurdistanê kirin. Ji roja ewil heta roja îro timî wargeh bûye hedef. Gelek caran bi balafiran êrîş kir û gelek caran xwestin bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê ti carê xelkê me yê wargehê dest ji têkoşîna xwe ya rûmetê berneda. Di êrîşa dawî de sê jinên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser xelkê me israra dijminatiya li Kurdan e."

'DIXWAZIN MEŞA DEMOKRASIYÊ PROVOKE BIKIN'

Akgul da zanîn ku yek ji armancên êrîşan ev e ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê provoke bikin û wiha axivî: "AKP hewl dide bi polîtîkayên şer li ser piyan bimîne û bi van êrîşan dixwaze meşa demokrasiyê provoke bike. Roja meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye. Ji ber vê jî meşa HDP’ê heta ku bigihêje armanca xwe divê bidome. Bombekirina warên sivîlan û wargehên penaberên ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de ye sûc e. Lê ji bo AKP’ê ne girîng e ku di demên pêş de wê di qada navneteweyî de bi çi were sûcdarkirin. Li dijî Kurdan di êrîşan de sînor nas nakin û li her deverê Kurdistanê nêzîkatiya Tirkiyê heman in û ji ber ku Tirkiye ji demokrasiyê ditirse niha jî êrîşî deverên Kurdan dikin. Êrîşên li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê didin xuya kirin ku desthilatdar nikare welat birêve bibin û wê ev êrîş dawiya desthilatdariyê bînin."

'BERSIVA LI ÊRÎŞAN, YEKÎTIYA KURDAN E'

Akgul destnîşan kir ku li dijî êrîşan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye û wiha dom kir: "Li aliyekî ji bo yekîtiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê xebat tên birêvebirin û li Bakur jî demek dirêje xebata tifaqa Kurdistanî tê kirin. Di heman demê de êrîş li ser nirxê neteweyî tên kirin. Kurdan li ku destketiyek xwe bi dest xistibe Tirkiye diçe êrîşî wir dike û tine dike. Ji bo vê yekê pêwîste yekîtiya neteweyî ya Kurd bê avakirin. Bersiva herî xurt a li dijî êrîşan avakirina yekîtiya Kurd e."

'DIVÊ NETEWEYÎ YEKBÛYÎ LI DIJÎ ÊRÎŞAN DERKEVIN'

Akgul nerazîbûn nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, Iraq û Neteweyî Yekbûyî da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi navê KCD'ê êrîşên li hemberî Mexmûrê û Şengalê şermezar dikin. Mexmûr û Şengal di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û li vir jî êrîş pêk tê. Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî êrîşan bêdeng e. Divê di serî de Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî û neteweyî, hêzên demokrat û rêxistinên sivîl li dijî êrîşan helwestek nîşan bide. Her wiha Hikûmeta Herêma Federal Başûrê Kurdistanê û Iraqê divê bi tundî vê şermezar bikin û li dijî van êrîşan derkevin."