Agahiya ‘Li Xakurkê 27 dagirker hatin cezakirin’
Hat diyarkirin ku di operasyona Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xakurkê de 27 leşkerên Tirk hatin cezakirin û 17 çek jî hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku di operasyona Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xakurkê de 27 leşkerên Tirk hatin cezakirin û 17 çek jî hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê duh derdora saet 16.00’an li Girê Şehîd Qehreman a girêdayî herêma Xakurkê ji sê aliyan ve êrîşî leşkerên Tirk ên dagirker kir. Tê diyarkirin ku di çalakiyê de 27 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û 17 çekên dagirkeran hatine desteserkirin.
Navên hin leşkerên hatine cezakirin, bi vî rengî ne: Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglû, Yasîn Karaca, Emre Taşkin, Îsmaîl Yazici.
Wezareta Parastinê ya Tirk jî piştî çalakiya gerîla daxuyanî da û ragihandibû ku tenê 3 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.