Ûveyş Ocalan hate bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan di salvegera wefata xwe de hate bibîranîn.

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan di 31’emîn  salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê hate bibîranîn.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên gund, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, endam û rêvberên rêxistina navçeyê û rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KATDER) tev li bîranînê bûn. Kesên li ser gora Uveyş Ocalan hatin gel hev, piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn ser gorê. 

Di heman demê de şande çû seredana xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tê tedawîkirin.