Şewata li Dersimê mezin dibe
Herêmeke berfireh a navera gundên Sin û Hopka Qirxan ên li jora Geyîksûyû, ji doh bi şev ve dişewite.
Herêmeke berfireh a navera gundên Sin û Hopka Qirxan ên li jora Geyîksûyû, ji doh bi şev ve dişewite.
Li gelek herêmên navbera navçeyên Pilur, Çemîşgezek û Xozadê yên Dersimê, piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ketibû. Şewata li herêmê dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, herêmeke berfireh a navera gundên Sin û Hopka Qirxan ên li jora Geyîksûyû, ji doh bi şev ve dişewite.
Şewata ku li gelek herêman belav bûye, bi destwerdan û hewldana gel li hin cihan hatiye femirandin.
Şewata li Zengî, Kûzûlcû vadîsî, Taşbaşi tanzî, Pîamlî Mezrasi, Degîrmendere, Zogar, Boydaş û Çakmakliyê mezin dibe. Şewat li sêgoşeya Xozad, Çemîşgezek û Pilurê dewam dike.