Şervaneke YPJ'ê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû

Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Sena Elî (Nûpel Têkoşer Dêrik) ku Çileya 2023'an di êrîşa dewleta Tirk de li Eyn Îsayê birîndar bûbû, 7'ê Sibatê şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tekoşîna me ya azadî û serxwebûna welat roj bi roj geştir dibe û çi dibe bila bibe, em ê doza azadiya gelan bi serketinê tacîdar bikin. Em ê ji bo parastina destketiyên şoreşê û mayîndekirina Şoreşa Jinê ya Rojava têkoşîna xwe ye bêeman bênavber bidomînin.

Hevrêya me Sena Elî bi nasnav Nûpel Têkoşer Dêrik di sala 1999’an de li bajarê Dêrikê ji dayik dibe. Bajarê Dêrikê ku malavantiye gelek lehengên mezin ên têkoşîna azadiya gelan kir, bi vê çanda xwe ya welatparêz di nava şoreşa Rojava de jî bû wargeha keç û xortên leheng. Hevrêya me Nûpel jî di nava vê çanda berxwedêr de di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û  di sala 2018’an de tevlî nava refên YPJ’ dibe. 

Hevrêya me Nûpel weke jineke ciwan  di nava şert û mercên şoreşê de kesayata xwe ava kir û di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng. Heval Nûpel di demeke kurt de hem di warê bîrdozî hem jî di warê leşkerî de xwe pêş xist. Bi kesayata xwe ye jîr û jêhatî jî her kêliya jiyana şoreşgerî  bi wate jiyan kir.

Hevrêya  me Nûpel di 18’ê Çileya 2023’yan de li Eyn Îsa di encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê de birîndar bûbû û dihate dermankirin. Lê rûxmî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û di 7’ê Sibata 2023’yan de gihîşt asta şahadatê.

Tekoşîna me ya  li hemberî dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê tekoşîneke mafdar e. Ji bo vê yekê jî her hevalek me yên ku şehîd dibin, sozdariya me ya parastina ax û welat nû dikin. Em di serî da sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Nûpel û ji  tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke Yekiyên Parastina Jin em ê tola hevrêyên xwe hilînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nûpel Tekoşer Dêrik
Nav û Paşnav: Sena Elî
Navê Dayik: Taybet
Navê Bav: Ebdillah
Cih û Dîroka Şahadetê: 07.02.2023-Hesekê.