Şerîk: Şoreşa Rojava bûye hêvî ji mirovan re

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, di serdema post modern de ku pirsgirêkên civakî zêde bûne, Şoreşa Rojava ji bo mirovan bûye hêvî û got, "Di rêya Rêber Apo de gel dibin xwedî destketiyan."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk di beşa dawî ya hevpyevînê de Şoreşa Rojava, şerê navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst a li Rojhilata Navîn û lêgerînên ji bo çareseriyê nirxand.

Şerîk bi bîr xist, Rojhilata Navîn dergûşa dîroka ji pênc hezar salî ye û hîmên bingehîn ên şaristaniyê; çîn, bajar, dewlet li vê herêmê derketine holê.

Şerîk anî ziman ku krîza sîstema şaristaniyê ya pênc hezar salî ya bi çîn, bajar û dewletê niha li Rojhilata Navîn di asta herî bilind de ye û got, "Li aliyekî ev heye, li aliyê din jî hêzên Modernîteya Demokratîk hene ku taybetmendiyên civakî dîrokî temsîl dikin."

ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN DI NAVBERA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST DE YE

Şerîk destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn di navbera hêzên Modernîteya Demokratîk û hêzên Modernîteya Kapîtalîst de ye û wiha dewam kir: "Nakokiya bingehîn di navbera van de ye. Ev yek di serdema heyî de xwe bi rengekî cuda nîşan dide. Hêzên Modernîteya Demokratîk weke ku di mînaka Rojava, mînaka Kurdistanê de nîşan didin xwe bi rengê civakî bi rêxistin diki, têkoşîna wê dimeşînin. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst jî ji bo karibin di nava vê krîzê de pêngavekê bikin hewl didin rêxistinbûnên hevkarên xwe biafirîne. DYE hewl dide her yekî ji wan bi rengê eyaleteke xwe bi rêxistin bike. Ev yek jî lêgerîna wan a ji bo derketina ji nava krîzê ye."

'YEKANE ÇARESERÎ ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK E'

Di vê lêgerînê de ya derketina ji nava krîzê kî hîn bêhtir dikare bi rolê rabe? Kî dikare hîn bi xurtî ji nav derkeve? Ev yek dikare bê nîqaşkirin. Rêber Apo dibêje, ti ji hêzên di nava Modernîteya Kapîtalîst de cih digirin hêza xwe têrê nake ku krîza heyî û pirsgirêkên ku niha bi rengê Şerê Cîhanê yê 3'emîn xwe nîşan dide çareser bikin. Şaristaniya Demokratîk weke yekane rêya çareseriyê dibîne. Dibêje ku çareseriya Şaristaniya Demokratîk jî ew e ku Rojhilata Navîn xwe li gorî rastiya xwe ya dîrokî û civakî ji nû ve bi rêxistin bike. Vê yekê jî weke Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Rojhilata Navîn pênase dike.

Ji bo Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Rojhilata Navîn ava bibe jî divê her dewlet di nava xwe de xwe bi rengê sîstema demokratîk, xweser û konfederal bi rêxistin bike. Vê yekê jî bi rengê gelên ku ji nava xwe de û li derve mezin dibe, bi nav dike. Ji bilî vê yekê çareseriyeke din nepêkan e."

Şerîk destnîşan kir ku di nava vê rastiyê de divê asta heyî ya Şoreşa Rojava baş bê nirxandin û got, "Şoreşa Rojava niha veguheriye Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Divê ev yek bê dîtin. Ji şoreşa çareserkirina pirsgirêkên gelên li Rojava wêdetir veguheriye şoreşekê ku demokratîkbûn û azadiya gelên Sûriyeyê hemûyan daniye pêşiya xwe. Ev yek guhertineke wesfî ye, divê destpêk ev yek bê dîtin. Heta ku ev guhertin neyê dîtin mirov nikarin Şoreşa Rojava fêhm bikin."

Şerîk bal kişand ser tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot, 'dewlet û demokrasî' û bi bîr xist, Ocalan 20 salan li Sûriyeyê mabû, hingî li Sûriyeyê dewlet hebû lê demokrasî nebû, aliyê wê yê demokrasiyê xwe bi xwe bi rêxistin kiribû, Kurdên li Rojava pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikirin.

'DEMA KU REJÎMÊ BAJAR VALA KIR, YEKANE HÊZA LI WÊ DERÊ RÊXISTINBÛYÎ BÛ KURD BÛN'

Şerîk got, "Dema ku li Sûriyeyê şer dest pê kir û rejîmê hin bajar û navendên di destê xwe de vala kir, yekane hêza li wan deveran rêxistinbûyî bû Kurd bûn. Ji bilî Kurdan civakeke rêxistinbûyî ya ku karibe wê valahiyê dagire nebû. Di mijara 'dewlet û demokrasiyê' de dema ku dewlet xwe vekişîne hingî civak derdikeve holê. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek pêk hat. Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha sala 2012'an xwe li ser vê rastiyê da rûniştandin. Civak rêxistinbûyî bû, lê belê ji aliyê leşkerî ve zêde hêza xwe nebû.

Li Qamişloyê dema ku bendên destpêkê yên kontrolê hatin avakirin hingî bi çend kalaşnîkovan hate avakirin. Ji aliyê leşkerî ve desteka gerîla gelekî zêde bû. Bi şer re vê rêxistinbûnê xwe leşkerî kir, mezin bû, xwe perwerde kir û veguherî hêzeke mezin.

Yên ku Şoreşa Rojava pêk anîn destûr nedan talanê. Rejîmê gelek dever vala kir, destûr nehate dayin ku deverên ji wan mane bên talankirin. Ew dever kirin milkê civakê. Ambargoyeke giran hate ferzkirin, vê yekê rê li ber gelek zor û zehmetiyan vekir. Li dinyayê hêzek tine bû ku piştgiriyê dide şoreşê. Sîstema bazarê ku heta wê demê hebû ji hev belav bûbû. Peydakirina şekir, xwê, çay û gelek berhemên din gelekî zehmet bû. Pirsgirêka avê hebû. Derfetên bikaranîna telefon û elektrîkê hema bêjin qet nebû."

Şerîk bi bîr xist ku 7 salên Şoreşa Rojava bi dawî bû, sala 8'an dest pê kir û got, "Niha li Rojava pirsgirêkeke cidî ya elektrîk, av û tenduristiyê nîne. Ji elektrîka ku li Başûrê Kurdistanê rojane heye bêhtir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê elektrîk heye. Pirsgirêka petrolê, mazotê, benzîn û gazê hebû, dema ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, di navbera salên 2011-2012'an de ji Hesekê heta Çiyayê Kazan qadeke daristanî hebû, lê dar nehatibû hiştin. Sar bû, mirovan sar bû, gaz, mazot tine bû, mirov ji bo xwe germ bikin jî dar dibirîn. Rastiyeke wiha hebû. Koça ber bi derve ve gelekî zêde bû."

'LI ŞÛNA BAJARÊN HILWEŞIYAYÎ QADÊN JIYANÊ YÊN HÎN BI EWLE TÊN AVAKIRIN'

Şerîk anî ziman, mirovên li herêmê jiyana xwe niha bi xwe ava dikin û got, "Di avakirinê de xwe naspêrin derve, xwe dispêrin xwerêveberiyê. Jiyana xwe bi vî rengî bi rêxistin dikin. Gel li şûna avahiyên hilweşiyayî qadên jiyanê, avahiyên hîn baş û bi ewle ava dike. Yên koç kirine vedigerin Rojava. Kadroyên sîstema xwe perwerde dikin. Di nava şoreşê de pêşketineke wiha afirî. Ji aliyê avakirina civakî ve gelekî bi pêş ve çû. Hewldanên TC û hêzên global ji bo astengkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku yekane modela çareseriya pirsgirêk û krîza li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê di pozîsyona êrîşê de ne, li pey provokasyonan e."

'HÊVÎ RÊBER APO YE, BERXWEDANA GEL Û GERÎLA YE, ŞOREŞA ROJAVA YE'

Şerîk ji bo pirsa "Di nava vê serdema post modern de ya ku hêviyê dide mirovan çi ye?" got, "Rêber Apo ye. Berxwedana gelê Kurd e. Gerîla ye ku tevî zext û êrîşan jî derbeyan li hêzên TC ên mêtinger dixe. Şoreşa Rojava ye. Ev yek ne tenê ji bo min hêvî ye, ji bo mirovahiyê hêvî ye. Li pêşberî rastiya; mirovên bidawîbûyî civaka bidawîbûyî ye Rêber Apo bû ronahî. Di rêya wî de gel têdikoşin û destketiyên berbiçav diafirînin. Ev yek ji bo tevahiya dinyayê bûye navendekê. Ji bo tevahiya dinyayê bûye hêvî. Em jî di nava wê dinyayê de dilopek in."