Şêniyên Êlihê li dijî tecrîdê herikîn qada Newrozê
Bi dehan hezar kes li Êlihê li dijî tecrîdê herikîn qada Newrozê û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Bi dehan hezar kes li Êlihê li dijî tecrîdê herikîn qada Newrozê û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê dest pê kir. Qada Newrozê bi alên HDP'ê, flamayên rengê kesk, sor û zer hate xemilandin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan derbasî nava qada pîrozbahiyê bû. Li ser dikê pankarteke mezin a bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin, Newroz pîroz be!" hate daliqandin.
Bi hezaran kesên derbasî nava qadê bûn, tîşortên bi wêneyên Nasir Yagiz û Leyla Guven li xwe kirin.
Girseya gel li ber koma ribabê ya xwecihî govendê digerîne.
Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz wê li pîrozbahiyê biaxivin.
Hunermend Ozlem Gerçek, Koma Sor Jiyan û komên muzîkê yên xwecihî wê derkevin ser dikê.