Şengalî wê vê êvarê li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk bimeşin
Şêniyên Şengalê ku doh bi şev bûn hedefa êrişa qirker a dewleta Tirk a dagirker, wê bi meşekê êrişê şermezar bikin.
Şêniyên Şengalê ku doh bi şev bûn hedefa êrişa qirker a dewleta Tirk a dagirker, wê bi meşekê êrişê şermezar bikin.
Ji bo şermezarkirina êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk, ku doh bi şev bi balafirên şer li Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, wê îro meşek pêk were.
Meş wê li nehiya Sinûnê ya Şengalê li ber avahiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest pê bike.
Li gorî agahiyan wê şêniyên herêmê û nûnerên saziyên rêveberiyê yên Şengalê wê tevlî meşê bibin.
Tê payin ku meş li gorî dema herêmê saet di 17:00 de dest pê bike û piştre daxuyaniyek bê dayin.