Şehîd Tolhildan û Gabar bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Soran Tolhidan û Gelhat Gabar ên di Berxwedana Rûmetê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Hewlêr û Ranya hatin veşartin.

Di saetên êvarî de cenazeyê şervanên QSD’ê Soran Tolhildan, Gelhat Gaber û Aram Kerkûkî yên di Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dem û cihên cuda şehîd bûbûn, bi girseyî pêşwazî kiribûn. Di saetên şevê de jî cenazeyê şehîdan li cihê lê hatine dinê hatin veşartin

HEWLÊR

Şervanê QSD’ê Karzan Xurşîd, bi nasnav (Soran Tolhildan) ê li Dêra Zorê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî li Hewlêrê hate veşartin.

Di saetên êvarê de cenazeyê şervanê QSD’ê Karzan Xurşîd bi nasnav Soran Tolhildan ku li Dêra Zorê şehîd bibû gihişt Hewlêrê. Cenaze ji aliyê malbat, xizim û komîteya şehîdan ve hate girtin û birin li Mizgefta Pîrêjin a li taxa Eskerî û nimêja wî kirin. Piştre jî cenaze ji aliyê girseyek qerebalix ve birin goristana Gird Mehmud û li wê derê spartin axê.

RANYA

Şervanê QSD’ê Delîl Xalid (Gelhat Gabar) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmek girseyî li navçeya Ranya ji aliyê bi sedan kesî ve hate veşartin.

Di saetên êvarê de cenazeyê şervanê QSD’ê Delîl Xalid bi nasnav Gelhat Gabar ku di Berxwedana Rumetê de li Kobanê şehîd ketibû gihişt Ranya yê. Cenazeyê Gelhat Gabar di bin dirûşmên “Şehîd namirin’ û ‘Ey şehîd wê xwîna te li erdê nemîne” de birin goristana Şehîd Helwest Partîzan û veşartin.

Wê sibe jî li mizgefta taxa Tîtoke ya Ranya ji bo du rojan serdanên sersaxiyê werin qebûl kirin.

Şehîd Gelhat Gabar (Delîl Xalid) xelkê navçeya Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniye. Di 21’ê Cotmehê de li gundek Kobanê di şerekî li gel leşker û çeteyên dewleta Tirk de şehîd bibû.