Şehîd Helmet Şahîn li Silêmaniyê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Helmet Şahîn yê di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibû, li Silêmaniyê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Helmet Şahîn (Kawa Takur) ê di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibû, li Silêmaniyê hat bibîranîn. Malbata gerîlaHelmet Şahîn, malbatên şehîdên başûrê Kurdistanê, endamên Tevgera Azadiyê, kesayetên siyasî û olî, azadîxwaz û welatparêz tevlî merasîmê bûn. Qada merasîmê wêneyê şehîd hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên rêya azadiyê dest pê kir, piştre find ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin vêxistin û kurtefîlmek li ser jiyan û têkoşîna gerîla Helmet Şahîn hate pêşandan.

Di merasîmê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed Emîn axivî û got: “Şehîd Kawa ji bo ku ji gelê xwe re jiyanekê ava bike, ev rê hilbijart. Bi her awayî hewl didin ku gelê me qir bikin. Li hember vê yekê, gerîlayên azadiyê li ber xwe didin û canê xwe feda dikin. Em ê rêya wan bidomînin. Şehîd daxwaza yekîtiyê ji me dikin.”

Piştre jî peyama HPG’ê ya ku ji malbata şehîd Kawa re şandibû ji aliyê Herêm Mehmûd ve hate xwendin. Di peyama HPG’ê de wiha hate gotin: “Em weke şopdarên rêya şehîdên xwe soz didin ku heta azadiya Kurdistanê em ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Em ê ji bo tola wan heta dawiya nefesa xwe tê bikoşin. Bi van hestan em silavên xwe li malbata şehîd dikin û serxweşiyê ji wan re dixwazin.”

Di berdewamiya merasîmê de Takur Zerdeşt, bavê şehîd Helmet Şahîn, axaftinek kir û got: “Şehîd Helmet ji biçûkatiya xwe ve wek kesekî mezin tev digeriya. Gava ku bû 14 salî, min di xewna xwe de ew bir Qendîlê û li wir heval Mûrad Karayilan ji min re got ‘Kawa yê me ye’. Ji wê demê ve min fam kir ku Kawa ne yê me ye, lê yê gel e.”

Her wiha bavê şehîd Helmet got: “Şehîd Kawa ruhê xwe bexşande têkoşîna Şeladizê. Eger sed Kawayên min ên din hebin, ez ê bi heman ruhî pêşkêşî vê axê bikim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Takur Zerdeşt ev tişt anîn ziman: “Şehîd Helmet hilgirê paşnavê Takur e. Takur ew eşîret e ku beşdarî serhildana Geliyê Zîlanê bûye. Bi awayekî navê Takur ji nav birine, lê belê şehîd Helmet careke din ev nav zindî kir û bi wê ruhiyetê li ber xwe da.”

Hevseroka Tevgera Azadiyê Tara Hisênê jî wiha got: “Têkoşîna ku şehîd Viyan Caf, Diyar Xerîb û Kawa Takur tê de jiyana xwe ji dest dane, îro zelaltir û geştir bûye. Gelek ku xwedî van şehîdan be, tu carî nakeve. Bi dirêjahiya dîroka gelê Kurd, li aliyekî xeta xiyanetê hebûye lê li aliyekî jî xeta têkoşîn û berxwedanê hebûye ku gel parastiye û li dijî dijmin û dagirkeriyê rawestiyaye.”

Piştre Endamê Komîteya Azadiyê Hekim Ebdulkerîm ji bo birêz Abdullah Ocalan axaftinek kir û got: “Vê sîstema Rojhilata Navîn çarenûsa me wiha kiriye, lê belê ew derfeta ku îro ji bo gelê Kurd heye û fikira gelê Kurd ku îro heye, bersiveke pêwîst e ji bo Rojhilata Navîn.”

Di dawiyê de Letîf Fatîh axaftinek kir û got: “Şerê ku niha diqewime, şerê man û nemanê ye, şerê azadiya hemû gelên li ser rûyê erdê ye.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.