Şaredariya Sarayê hate desteserkirin
Li şûna Hevşaredara Sarayê Caziye Dûman ku bi operasyona qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin qeyûm hate tayînkirin.
Li şûna Hevşaredara Sarayê Caziye Dûman ku bi operasyona qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin qeyûm hate tayînkirin.
Hevşaredara Navçeya Sarayê ya Wanê Caziye Dûman doh di operasyona qirkirina siyasî de li Wanê hatibû destgîrkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirk Dûman ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm li şûna wê wezîfedar kir. Wezareta Tirk qeymeqamê navçeyê Mehmet Halîs Aydin li şûna Dûman tayîn kir.
Hejmara Şaredariyên HDP'î yên ku qeyûm lê hatine tayînkirin gihîşt 14 şaredariyan.