Şaredariya AKP’ê her tiştê şaredariya Tetwanê firotiye!

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî de ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû, rêveberiya AKP’ê şaredariyek deyndar hişt.

LI TETWANÊ ENKAZA QEYÛM

Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de bi sextekariyê dabûn AKP'ê, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin a dengan derbasî DEM Partiyê bû. Hevşaredarên ku mazbata xwe wergirtin, diyar kirin ku di kontrola ewilî ya şaredariyê de dîtine ku şaredarî di bin deynan de ye.

Di lêkolînên destpêkê de hat tesbîtkirin ku hema hema hemû mal û milkên şaredariyê hatine firotin û derket holê ku deynê şaredariyê nêzî milyarek û 500 hezar TL e.

Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol çavdêriyên xwe yên destpêkê yên li ser rewşa şaredariyê ji ANF'ê re vegot.

'AKP TETWAN DI BINÊ DEYNAN DE HIŞTIYE’

Erol diyar kir ku şaredarî di bin deynê nêzî 1 milyar û 500 TL’î de ye û diyar kir ku rêveberiya AKP’ê hema bêje her tişt firotiye û got: “Deynê şaredariyê nêzî 2 milyar e. Wesayiyeke xebatê jî nehiştine û hemû mal û milkên şaredariyê firotine. Me ji qeyûm şaredariyeke denyndar dewr girt."

Erol anî ziman ku şaredarî di nava çirava deyn û gendeliyê de ye û got ku şaredarî anîne asta ku nikaribe bixebite. Erol destnîşan kir ku yekem tişta ku ew ê bikin ev e ku gendelî û nelirêtiyê tesbît bikin û wiha dewam kir: "Beriya her tiştî em ê lijneyeke teftîşê ya ku li ser gendeliya hatiye kirin lêkolînê bike, ava bikin. Em ê her danûstendina wan bikin, her gendeliyê bişopînin. Pêwîst e em lêkolîn bikin ka bi çiqasî firotine û dahatên wê çiqase. Di heman demê de, em ê xizmetên bingehîn ên şaredariyê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên gelê xwe bidomînin. Bê guman ji ber kêmasiya derfetan dê pirsgirêkên me hebin, lê em ê bi îradeyek pir xurt bi ser bikevin. Em ê li ser gotinên xwe yên rê nedin gendeliyê bisekinin. Em ê bi zêdekirina çavkaniyan, bêyî ku tevlî gendeliyê bibin an jî destûr bidin ku wê were kirin, ji karûbarên xwe yên bingehîn dûr nakevin."

'EM Ê BI GEL RE ŞAREDARIYEKE ŞEFAF JI NÛ VE AVA BIKIN’

Erol anî ziman ku ew ê şaredariya şefaf li Tetwanê bi rêve bibin û daxuyand ku hemû lêçûn jî dê eşkere bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser rêgeza şaredariya şefaf, em difikirin ku hemû qeydên xwe yên muhasebeyê ji kontrolê re vekin. Em ê hemû bîlbordên reklamê dagirin. Gelê me wê bibe xwedî rayeya hesab pirsînê. Em ê hesabek ku ji kontrolê re vekirî ye çêkin. Me nuqteyên çopê yên şaredariyê diyar kirin, em ê bi qutkirina îsraf û gendeliyê şaredariyeke şefaf ji nû ve ava bikin."