Şandeya Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyek Ewropayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeyek Ewropayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di 27’ê Çile de şandeyeke Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Şandeya Ewropayê ku ji gelek parlamenter û partiyên siyasî yên Fransî pêk dihat, serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Şande ji parlamenterê Partiya partiya France Insoumise Toma Port, berpirsê pêwendiyên derve di Partiya Sosyalîst a Fransa de Dylan Boutifla, parlementera Partiya Keskan- Jîngeh Danielle Simoni, berpirsa Partiya Sosyalîst a Fransî Lamîa Kirwanî, berpirsa peywendiyên navdewletî di şaredariya Parîsê de, ji Partiya Sosyalîst a Fransa Genevieve Garrigues pêk hat.
Li gorî malpera fermî ya daîreyê, şandeya Ewropî ji aliyê hevserokên Daîreya Têkilyên Derve Îlham Ehmed, Fener El Giêt û cîgirên hevserokatiyê Robêl Neho û Gulistan Elî ve hatin pêşwazîkirin.
Hevserokatiya daîreyê got ku ew bi serdana şandeya Ewropî kêfxweş e ku di rojeke dîrokî de wek roja rizgarkirina Kobanê ev serdan hat kirin.
Di serdanê de xalên der barê avakirina Sûriyeke nenavendî û dîtina çareseriyeke siyasî ku hemû pêkhate, kêmnetewe û beşan tê de bin, ji bo garantîkirina mafên hemû pêkhateyan di destûreke nû de hatin gotûbêjkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di parastina bendava Tişrînê de dikin, gefên ku ew êrîş li ser ewlehiya avî û elektirîkê li ser herêmê çêdikin, rojeva civînê bû.
Hevserokatiyê ji rêxistinên hiqûqî, mirovî û civata navneteweyî xwest ku ji bo rawestandina êrîşan, parastina sivîlan û navendên stratejîk, gavên cidî bavêjin.
Her wiha îşart bi girîngiya rûbirûbûna tundûtûjiyê li herêmê û berdewamkirina hevkariya hevbeş di navbera QSD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de hate kirin.
Şandeya Ewropî jî, tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand û got, ev model dikare bibe modela çareseriyê li tevahî Sûriye, cîhan û Rojhilata Navîn.
Şandeyê piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û diyar kir ku ew ê tiştên li herêmê şopandine, ragihînin welatên xwe ji bo ku van êrîşan bidin rawestandin.