BI DÎMEN

'Cihê dayikan ne zindan e, dayik aştiyê dixwazin'

Hanife Aslan a 82 salî ku li gel temen û nexweşiyan jî 3 salan li girtîgehê hate hiştin û hefteya derbasbûyî hate berdan, got "Cihê dayikan zindan nîne, dayik aştiyê dixwazin."

Hanîfe Aslan ji ber Dayika Aştiyê bû, ligel ku 82 salî û gelek nexweşiyên wê hebûn 3 sal di zindanê de ma. Hanîfe Aslan got, "Zindan dojeha vê cîhanê ye. Ez 3 sal di hundir de mam. Li hundir girtiyên nexweş hene, gelek mexdûr in. Divê hemû bên berdan."


Dayika Aştiyê Hanîfê Aslan, ji ber xebatên xwe 6 sal 3 meh cezayê hepsê wergirt. Piştî demekê girtî ma, hate berdan. Lê di sala 2022'yan de ligel ku 82 salî jî bû dîsa xistin zindanê. Ligel bertek û raporên tiba edlî jî 3 sal di zindanê de ma. Henîfe Aslan hefteya bihurî ji zindanê derket û ji ANF'ê re axivî.
Hanîfe Aslan wiha axivî: "Ji ber ku min tenê got bila aştî pêk were, bila dayik negirîn, cezayê zindanê dan min. Ligel bêsuc bûm jî bi salan li zindanê mam. Min rojên zehmet derbas kirin. Sûcê min tune bû û ez dayika aştiyê bûm. Min xwest bila dayik negirîn. Cihê dayikan ne zindan e. Ez 3 sal li girtîgeha Wanê mam. Min li hemberî nexweşiya şekir û KOAH'ê têkoşîn meşand. Bila kes nekeve zindanê."

'BILA HEMÛ GIRTÎ AZAD BIBIN'

Hanîfe Aslan diyar kir ku li zindanê bi nexweşiyên nû ketiye û got, ew rojên zehmet derbas kiriye. Dayik Hanîfe Aslan wiha axivî: "Bila hemû mirov azad bin. Zindan dojeha vê cîhanê ye. Ez 3 sal li hundir mam. Di hundir de girtiyên nexweş hene. Niha gelek mexdûr in. Bila hemû girtî û girtiyên nexweş azad bibin."