Êrîşî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin

Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi droneyan êrîşî baregeha hêzên Emerîka ya li nêzîkî Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê kir.

Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku îro danê êvarê êrîşek li dijî baregeha leşkerî ya Emerîkayê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku êrîş negihiştiye armanca xwe û dron hatiye xistin.

Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku berpirsyariya êrîşa îro ya balafirên bêmirov ên li ser baregeha DYE’yê ya li Hewlêrê girt ser xwe, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Êrîşên me yên li dijî hêzên DYE’yê yên li ser xaka Iraqê û herêmê dê berdewam bin."