Êrîşa li ser Şengalê li Amedê hate şermezarkirin

Êrîşa li ser Şengalê bi rengekî girseyî li Amedê hate şermezarkirin.

şehîdxistina Mam Zekî Şengalî li Rêxistina Bajêr a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. Nûnerên KCD, TJA, Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, OSP’ê û gelek saziyan civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin.

KOMKUJIYÊN DAÎŞ’Ê YÊN LI SER ÊZÎDIYAN

Ozturk diyar kir ku polîtîkayên komkujiyên yên li ser civaka Êzîdî didomin. Ozturk Fermana 73’yan a li ser Şengalê bi bîr xist û got bi vê fermanê hatiye xwestin ku civaka Êzîdî bi temamî were tinekirin, bi hezaran jinên Êzîdî yên Kurd ji hêla DAÎŞ’ê ve hatine revandin, li bazarên koleyên hatine firotin, êşkenceyên giran ên sistematik li wan kirine. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ‘"Lê li gel vê  zilmê jî civaka me ya Êzîdî li ber xwe daye, parastina xaka xwe ya pîroz kiriye û ji bo azadiya xwe ketiye nav hewldana civaka demokratîk a bêhempa. Bi pêşengiya jinên Êzîdî yên Kurd xweparastina xwe bi sazûmanî kiriye û xaka xwe ji çeteyên terorê yên DAÎŞ’ê bi temamî paqij kiriye.’"

SERSAXÎ JI GELÊ KURD Û MALBATA MAM ZEKÎ XWEST

Ozturk bi berdewamî êrîşa li ser Şengalê û bi balafirên şer suikasta li ser Zekî Şengalî ya 15’ê Tebaxê, di salvgera komkujiya Koço de bi bîr xist û got, ‘’Em dixwazin diyar bikin ku ji ber Mam Zekî, ku yek ji ewladê hêja yê gelê Êzîdî ye û siyasetmedarekî pêşeng e,gelekî biêş û xemgîn in ku jiyana xwe ji dest daye. Di serî de gelê me yê Êzîdî, bila serê gelê Kurd, hevrêyan û malbatê sax be.’’

BANGA HEVGIRTINÊ YA BI CIVAKA ÊZÎDÎ RE

Ozturk bi domdarî got: ‘’Divê were zanîn ku ev êrîş, li kîjan parçeyî dibe bila bibe li dijî destkeftiyên gelê Kurd û li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Kurdistanê hatiyek irin. Bi vê hişmendiyê, berpiryariya jiyanî ya hemû avaniyên Kurdistanê ku li gelê me yê Êzîdî xwedî derkeve û gelê me yê Êzîdî ji fermanên nû biparêze û li pişt wan bisekine. Ev êrîş li dijî daxwazên biratî, dadmendî û azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn e ku li Rojava û Şengalê dest pê kiriye.

Ji bo vê jî divê em bang dikin ku  gelên Rojhilata Navîn li dijî vê êrîşê rawestin û pişta gelê me yê Êzîdî bigirin.

Em, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji îflasa polîtîkaya îmha û înkarê ya vê sedsalê dixwazin bibêjin, em polîtîkayên êrîşkar û dijminatiya li Kurdan tiştekî bi dest dewleta Tirk ve nayîne, bi van rêbazan ti caran wê encam neyên standin. Bi vê hişmendî, hîs û baweriyê, em  bi biryardarî dubare dikin ku ti êrîş wê nikaribin vîna gelê me bişkînin , em bang li hemû gelê me dikin li pişt gelê me yê Êzîdî bin.’’