Çavê çiyê, dilê hevrêyên xwe: Seyîd Evran

Ne tenê rê nîşan da, di wê rêyê de meşiya. Hevalê Seyîd hevrêyê wê têkoşînê bû ku dawî lê nayê û her roj hîn mezin dibe.

Bi lez, wate, têr û tijî jiya. Her kêliya jiyanê di dilê xwe de neqişand.

Hevrêyê Seyîd rêwiyê rêwîtiyeke dirêj bû. Parvekirina danehevî û tecrûbeyên xwe ya bi hevrêyên xwe re ji bo wî felsefeya jiyanê bû. Ne tenê hevrêyên xwe oxir kir, heta nefesa xwe ya dawî bi pênûsa xwe li ser wan nivîsî, bi dilê xwe yê mezin qala bîranînên wan kir. Armanca wî ya têkoşînê û jiyanê ew bû ku ji nifşên nû re ragihîne.

Ji bo her hevrêyên xwe yên tevlî nava karên çapemeniyê bû, bê navber dubare kir ku kevneşopiya çapemeniya azad di nava kîjan şert û mercî de gihîşt vê astê, şehîdên çapemeniya azad, şehîd hemû bi bîr anî.

Ji bo her hevrêyên wî, ji bo her Kurdistaniyekî xwedîderketina li Seyîd Evran wezîfeyeke.

Me navê wî timî dibihîst. Her kêliya Şehîd Hozan (Di 8'ê Hezîrana 2020'î de şehîd bû) bi vegotina Hevalê Seyîd derbas dibû.

Hozan di şer de herdu lingên xwe winda kiribû. Ew bûbû ling ji hevrêyê xwe yê gazî Hozan re. Ne tenê giraniya bedena Hozan hildigirt. Êşên dilê wî ji xwe re kiribû êş, bûbû hevparê kêfxweşiyên wî. Hozan jî pê re ma, mîna ku temenekî pê re be. Hozan tenê yek ji wan bû, hîn bi sed hezaran mirov ên mîna Hozan hebûn ji bo hevalê Seyîd.

Me wê demê hev nas kiribin jî yekemcar sala 2021'ê parvekirinên me hebûn. Wê demê min fêhm kiribû ku ya girîng hejmar nîne, ya girîng ew e ku di nava wê civakê de mohra xwe li demê bixe. Hevalê Seyîd yek ji wan bû.

Bi her hevrêyên xwe re parvekirin dikir. Nedisekinî û her roj têdikoşiya. Di nirxandinên xwe de wêrek bû, bi dilê xwe yê dilsoz xizmet ji têkoşînê re kir. Di têkoşîna xwe de bi israr bû. Ne tenê guhdarî kir, ne tenê dinirxand, bi kameraya xwe her kêlî qeyd kir. Her kêlî ji bo dîrokê kir arşîv. Mîna ku dem ji destê xwe diçe, her kêlî dibe ku nebe, jiya. Bi wî rengî bû; nedigot karê biçûk an jî mezin, şoreşgerekî kedkar bû ku her kar dikir, di lêgerîna heqîqetê de hevrêyekî mîna di maratonê de bû. Bi kirinê hîn kir, yanî ne tenê got, yekser di nav de bû. Ya herî girîng jî hînî mirovan kir ku dilê xwe parve bikin, neferekî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû.

Me li hev kiribû ku em ê bi hev re nûçeyan amade bikin. Gotibû, "Çîroka jiyanê ya her hevrêyî, ya gelê me yê welatparêz bi qasî ku romanek têrê neke, mezin e. Carna tu yê binivîsîne ez ê bi kamera xwe bikişînim, carna tu yê bikişîne ez ê binivîsînim." Şert û mercên me rê neda, me nekarî bikin.

Çûyîna te ji nişka ve bû, lê belê te bi pênûsa xwe rastiya şerê li çiyê û bajêr nivîsî, bi ronahiya te em ê bidin pey romana te. Gotina te 'Pênûsa me carna dikeve şûna çeka me, carna jî çeka me dikeve şûna her tiştê me' wê rê nîşanî me bide. Mîna ku te got, em ê di xêr û xweşiyê de bimînin.