Çalakvan û hunermendên Kerkûkê: Bi Ocalan re divê hevdîtin pêk bê

Çalakvan û hunermendên bajarê Kerkûkê daxwaz dikin ku tavilê parêzer û malbat hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê.

Bertekên gelê Kurd ya li hemberî nûçeyên ku têkildarê rewşa jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên belavkirin, her ku diçe berfirehtir dibe. Li bajarê Kerkûkê jî çalakvan û hunermend ji bo agahiyekê ji rewşa jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin, daxwaz dikin ku demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtin çêbibe.

‘KIRYARÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ YASA Û MAFÊ MIROVAN E’

Çalakvanê sivîl yê ji Kerkûkê Hesen Hisên derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûçeyên derbarê rewşa tendirustiya wî ji ajansa me ANF’ê re axivî û got: “Mixabin di medyayên Tirkiyê de nûçeyên têkildarê xirabbûna rewşa tendirustiya Birêz Ocalan tên weşandin, hêvîdarim ku tendirustiya Birêz Ocalan baş be. Em ji wan kiryarên dijî mirovî yên dewleta Tirk li hemberî Birêz Ocalan ku kesayetiyek bi bandor ê Rojhilata Navîn e û Rêberekî bi bandor yê Tevgera Azadîxwaziya Kurd e pêk tîne, pir bi fikarîn. Ew kiryarên dewleta Tirkiye li hemberî wê pêk tîne dijî yasa û mafê mirovan e.

‘YA DER HEQÊ BIRÊZ OCALAN TÊ DAYÎ DIJÎ MAFÊ MOROVBÛYÎNÊ JÎ DERBAS DIKE’

Hisên diyar kir ku Kurd tenê mafê xwe dixwazin û wiha pêde çû: “Pêwîste ew dewletên ku Kurdistan li ser wan hatî dabeşkirin bi şêwazekê nêzîk bibin ku gelê Kurd xwedî doze û ew xaka wan dagir nekiriye û dijminatiya wan jî nake. Kurd tenê mafê xwe dixwaze û dixwaze bi aştî bijî. Gelê Kurd û pêşengên azadîxwaziya wê bi armanca azadkirina gelê xwe pir berdêlên dane. Ya niha der heqê Birêz Ocalan tê kirin dijî mafê mirovbûyînê jî derbas dike. Wek hemû çalakvanên her çar perçeyên Kurdistanê, ez jî wek çalakvanek yê Kerkûkê daxwaz dikim ku bi rêyekî yasayî di çarçoveya mafê mirov, mafê bê dayîn ku Birêz Ocalan bi parêzer û malbatê xwe re hevdîtinê pêk bîne û fikarên gel û alîgirên wî ya derbarê rewşa tendirustiya wî bên derbaskirin.”

‘BIRÊZ ABDULLAH OCALAN BANDOREK MEZIN LI SER GIŞTÎ KOLANA TIRKIYÊ HEYE’

Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nabe ku dewleta Tirk wiha nêzî Birêz Ocalan bibe, ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser giştî kolana Tirkiyê û bi taybetî li ser Bakurê Kurdistanê heye.”

‘BI TI PÊWEREKÎ MIROVÎ Û EXLAQÎ VE NÊZÎKATÎ BI RÊBER APO RE NEHATIYE KIRIN’

Hunermendê ji Kerkûkê Şêrwan Kerkûkî jî têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û got: “Li gorî rapora komîsyonên Ewropayê ya ji bo girtiyên siyasî hatî destnîşankirin, bi ti pêwerekî mirovî û exlaqî ve nêzîkatî bi Rêber Apo re nehatiye kirin. Wek girtiyekî siyasî di nava wê dema dirêj ku hatiye girtin de, bi ruxmê ku çendîn car parêzer û malbata Birêz Ocalan daxwaza hevdîtinê kirine û hevdîtin pêk anîne jî, lê dewleta Tirk hevdîtin li wan qedexe kiriye.”

EV PROPAGANDAYÊN TIRKIYÊ ENCAMÊ BINKETINA DEWLETA TIRKIYÊ YE

Hunermend Şêrwan bal kişande ser bandora Rêberê Gelê Kurd ya di çareseriya pirsgirêkan de û ragihand: “Birêz Ocalan rêberekê gelê Kurd e û ew nayê înkarkirin ku çi bandorek wî heye û divê ji bo mifteya çareseriya doza Kurd, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê biçin gel Birêz Ocalan. Eger rewşek nerênî biqewime wê ji bo Tirkiyê pirsgirêk kûrtir bibin. Ji niha ve di çend medyayên Tirkiyê de hatiye parvekirin ku Rêber Ocalan rewşa wî ya tendirustiyê baş nîne. Ev propaganadeya Tirkiyê ji ber encamê binketinên wî ku di zainsta dîplomasî de jê re tê gotin ‘şandina derwe ya pirsgirêkan’, bi rêya şandina pirsgirêkan ya ji bo derve re hikumeta Tirkiyê hewl dide ku zextên pirsgirêka li ser xwe kêm bike.

TIRKIYE DI ASTA NAVXWEYÎ Û JI DERVEYÎ DE BI HERIFÎN Û HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ BÛYE

Kerkûkî wiha behsa sedemên belavkirina propagandayên di medyayên Tirkiyê de yên têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, “Ji ber ku Tirkiye di asta navxweyî û ji derve de bi herifîn û hilweşînê re rû bi rû bûye û hikumeta Tirkiyê hewl dide bi wan kiriyarên xwe ve bera gel bizivirîne ser hikumeta wî.”

BIRÊZ OCALAN KARÎZMAYEKÎ XWEDÎ BÎRDOZÎ YE

Hunermend Şêrwan Kerkûkî bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ez li vê derê wek hunermendekî Kerkûkî daxwaz dikim ku hevdîtina Birêz Ocalan ya bi malbat û parêzerên wî re pêk bê, her wiha hêviya temenekî dirêj ji bo Rêber Apo dixwazim. Rêber Apo rêberekî cuda ye. Weke mînak nameya aştiyê ya Rêber Ocalan ku di pîrozbahiya Newroza Amedê hat xwendin, di wê nameyê de ji bilî azadiya xwe hemû xalên mafê gelê xwe destnîşan dike, ji ber ku doza gelê Kurd ewqasê ji bo Rêber Apo girînge. Birêz Ocalan karîzmayekî xwedî bîrdozî ye.

DAXWAZ DIKÎN KU RÊBER APO TAVILÊ BÊ AZADKIRIN

Em dengê xwe bi dengê azadîxwazan re dikin yek û dawaz dikîn ku Rêber Apo demildest bê azadkirin û me ji bo azadiya Rêber Ocalan îmze jî daye. Her wiha daxwaz dikîn ku dadgehekî dadperwer li ser doza azadiya Birêz Ocalan bisekîne.”

DEWELTA TIRK Ê FAŞÎST TIM HEWLDIDE FIKR Û RAMANÊ APOYÎ BITEPISÎNE

Hunermend û şanogerekî din ê ji Kerkûkê Heme Şano jî têkildarê heman mijarê axivî û got: “Fikir û bîrdoziya Birêz Ocalan li ser tevahî cîhan û bi taybetî Rojhilata Navîn xwedî bandore. Fikrê Apoyî wek alternatîfek ya ji bo çareseriya doza Kurd ya li her çar perçeyên Kurdistanê ye, dewleta Tirk ê faşîst tim hewl dide ku fikr û ramanê Apoyî bitepisîne û Kurd bêden bike. Em dibînin ku nêzî salekê ye dewleta Tirk bi ti awayî rê nade parêzer, malbat û rêxistinên mafê mirov ku serdana Birêz Ocalan bikin.”

WÊ HELWESTA ME TUND Û CIDÎ BIBE

Hunermend Heme bal kişande ser belavbûna agahiyên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axaftinê xwe domand: “Di van demane de medyayên Tirkiyê agahiyek parvekiribûn ku metirsî li ser jiyana Rêber Apo heye, bi ti awayî em wê yekê qebûl nakîn ku rê neyê dayîn hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bê. Wê li dijî vê yekê helwesta me tund û cidî bibe.”

ENCAMA WAN BINKETINÊN KU DEWLETA TIRK Û ERDOGAN PÊ RE RÛ BI RÛ BÛNE

Hunermend Şano îşare bi binketina dewleta Tirk ya li Garê kir û wiha pêde çû: “Ew zextên ku dewleta Tirk ê faşîst dixe ser gelê Kurd û Birêz Ocalan, wek encamê wan binketinane ku dewleta Tirk û Erdogan pê re rû bi rû bûne, binketina wan ya dawî jî di şerê Gerê de pêkhat.”

AZADIYA RÊBER OCALAN DIBE MIFTEYEK JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN

Hunermend Heme di dawiyê de wiha daxwaz û banga xwe anî ziman: “Ez wek çalakvan û hunermendekê daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikim û bêhelwwestî û bêdengiya wan rêxistinane şermezar dikim ku xwe wek parêzvanê mafê mirov nîşan didin û niha jî li hemebrî tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin bêdengî hilbijartine. Bêdengbûna li hemberî doza gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê wê ji bo civaka navdewletî şermezariyeke e. Ji niha ve azadiya Rêber Ocalan dibe mifteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dermankirina birînên Kurdan.”