Çalakiya ku li Helebê komplo hejand

Yekta Herekol bi çalakiya xwe ya li dijî komployê li Helebê di 27'ê Adara 2004'an de, têkoşîna li herêmê ya li dijî komplo û berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî qonaxeke cuda kir.

Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) di 27'ê Adara 2004'an de li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser gelên Rojava çalakî pêk anî. Vê çalakiyê bandor li hemû gelê herêmê û bi taybet gelê Heleb-Efrînê kir. Niha hat fêhmkirin ku ji bo gelê Kurd Abdullah Ocalan divê pêvajoyeke xurt a çalakiyan bê destpêkirin û nexşerêya çalakiyê hat derxistin.

Yekta Herekol di nameya xwe ya beriya çalakiyê de ji PKK’ê û gelê Helebê re şandî de ev tişt anî ziman: “Weke ku tê zanîn, ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêbertî de li me hate kirin, di roja Serok Apo de berxwedan û têkoşîneke mezin tê meşandin. Em di serdemek pir dijwar de dijîn, lê di heman demê de bi rûmet û serbilindî dijîn. Pêvajoyek e ku di fedekarî û xebateke mezin de erk û xizmetên girîng li pêşiya me ne û pêwîst e ji her demê bêhtir bi dildarî em xwedî li vê xebatê derkevin. Mezopotamya û Rojhilata Navîn ku bi evîn, hezkirin û mirovatiyê barkirî bû, lê piştre hêdî hêdî dejenere bûne, îro divê di destpêka dîrokê de erk, zindîbûn û têgihîştina xizmetguzariyê bi dest bixin. Em di salên destpêka teknolojiya nû û serdema fezayê de dijîn. Berî her tiştî divê em zanibin ku em rewşenbîr û hunermend ji bo ku bigihêjin vê pêvajoyê û bikevin nava ronakbîriya mezin divê xwedî têgihiştin û helwesteke rast bin. Ji bo vê yekê şertê yekem hezkirina gel û di asta azweriyê de pêve girêdan e. Ciddî bûyîne.

HEM VEXWENDIN HEM JÎ LÊBORÎN

Bi taybetî jî dema mijar dibe huner û hunerên gelêrî, pêwîst e bi hezar qat zêdetir bi coş û hesasiyet, lê bi moral û disîplîneke mezin hunerê bikin û xizmeta ronakbîriyê bikin. Li vir di pîrozbahiyên dawî yên Newroza Helebê de weke hunermendên şanoyê sekneke ku tê wateya bêberpirsiyarî û bêhurmetiya li hemberî gel û serhildanên Qamişlo, Heleb û Efrînê yên ku pêş dikevin, derket. Çalakiya şewitandinê ya ku ez ê pêk bînim hem ji bo vexwendina hevalan ji bo hinekî cidî bin, hem ji gelê me lêborînê bixwazim, hem jî ji bo berxwedana azadiya Rêberê me ya li Îmraliyê û şehîdên Efrîn û Qamişloyê silav kirine."

HEVRÊYÊN WÎ AXIVÎN

Endamên Akademiya Hunerê ya Şehîd Şefqan a Şanoya Çiya Harûn Hêvî û Osman Kurtalan der barê Yekta Herekol û çalakiya wî de ji ANF'ê re axivîn. Osman Kurtalan nasîbûn û hevrêtiya xwe wiha anî ziman: “Min hevrê Yekta di II. konferansa TEV-ÇAND’ê de nas kir. Dema ku dipeyivî, mirov ji sekina wî û coşa wî bandor dibû. Min ew di şanoya ‘Rastî Dagirkerî’ de baştir nas kir. Ji ber ku di şanoyê de rola peykerê dilîze. Tevger û axaftin tune bû. Ew bi sekna xwe hevrêyên xwe bandor kir. Ji ber ku ew demeke dirêj lîstikvanê şanoyê bû, lê nepirsî ku çima rola peykerê lîstiye. Yên ku nû tevlî şanoyê bûn û her rol qebûl nedikirin, piştî bihîstinê wê fêm kirin. Min fikrên hevrê Yekta û hevrê Sakîne Cansiz ên di jiyanê de dişibihand hev. Di çavên Hevrê Yekta de her tim evîn û şewq hebû. Ji aliyê paqijiyê ve jî cuda bû. Di çenteyê wî de nan tunebûya jî, sabûna wî hebû. Carinan ji bo vê yekê me henekan dikir pê re. Dema ku bi hevêyan re dipeyivî, di ramana xwe ya pêş de ew hezkirin û ronahiya çavên mirovan dît. Ji ber vê yekê ez van herduyan bi hev re didim ber hev. Li gorî dîtinên xwe yên li ser jiyan û xebata xwe. Ji ber vê jî bandoreke mezin li me kirin.”

DIYALOGA DAWÎ YA BI MALBATÊ RE

Osman Kurtalan anî ziman ku, beriya biçe çalakiya li Meydana Helebê bi malbata ku pê re maye jî axivî bû û wiha domand: “Piştî çalakiyê dema hevrê çûn mala ku Heval Yekta lê mabû wê dayikê got: ‘Ew di jiyanê de ew qas ciddî û bi dîsîplîn bû ku em pir bandor bûn. Her tim dixwend û dinivîsand. Di roja çalakiya xwe de heta sibehê dinivîsand. Min digot qey weke her roj tevdigere. Wê rojê benzîn ji me xwest. Me nepirsî ji bo çi ye. Ji ber ku hevalan dixwest û me benzîn anî.’ Roja ku çûye çalakiyê, serê sibê radibe û pereyên di bêrîka xwe de dide dayikê û dibêje, "Bi van pereyan şekir bistîne û li zarokên kurd û ereb ên Helebê belav bike.

JI ÇALAKIYA LI RÛSYAYÊ BANDOR BIBÛ

Ew diçe meydana ku li Helebê pêşandanên hunerî lê tên lidarxistin û çalakiya xwe pêk tîne. Wekî pandomîmekê performanseke biçûk a şanoyê nîşan dide. Paşê benzînê dirijîne ser xwe û agir berdide bedena xwe. Her kesê ku bûyerê dibîne difikire ku ew şano ye, lîstikek hunerî ye. Ji ber ku dema bedena xwe dide ber agir, tevgerên xwe wek dansa pantomîmê didomîne. Her kes difikire ku ew lîstikek şanoyê ye. Paşê gava fêm dikin, hewl didin agirê vemirînin. Hevrê Yekta dibêje 'venemrînin'. Hevrê Yekta ku komplo û tecrîda li ser Rêbertiyê û Komkujiya 12’ê Adarê ya li Qamişloyê nekarî bipejrîne, serî li vê çalakiyê da. Ji ber ku beriya were Kurdistanê li Rûsyayê komek heval bi çalakiyê destê hev girtibûn û agir berdabûn bedena xwe. Hevrê Yekta ji vê çalakiyê gelek bandor bûbû û ji ber vê yekê çalakiyek wiha hilbijart. Ez wan çalakiyan nêzî hev dibînim.”

DI JIYAN Û HUNERÊ DE XWEDÎ RÊGEZ BÛ

Endamê Akademiya Hunerê ya Şehîd Sefqan a Şanoya Çiya Harûn Hêvî der barê Yekta Herekol ku di sala 1999’an de li Rûsyayê nas kiriye ev tişt parve kir: “Destpêka meha Nîsanê bû. Ji bo Rûsyayê zivistan bû. Nêzîkî du metre berf bariye, hê dibariya. Di nav berfê de kesek bi 20-30 zarokan re li ser berfê xwe dişemitand. Ji ber ew bi zarokan re weke zarokan bû, gelek kêfa min jê re hat. Min got zarok pir ji te hez dikin û min li wir silav kir. Navê wî Mistefa bû. Ya ku hat bîra min ev bû. Wextê me jî zêde nebû. Bêhnvedana perwerdeyê bi dawî bû. Piştî 6-7 mehan dema ez hatim çiyê min li wir dît. Heval Hêvî, Yekta, Argeş, Mazlum Bardakçi û heval Delîl bi hev re di odê de bûn. Ez çûm dîtina wan. Me êdî li wir hev nas kir. Wî ji min re got, ‘Tu tê bîra min’. Belê bi zarokan re zarok bû wiha dihat bîra min jî. Lê di nava gerîla de jî gerîla bû. Mamoste bû, şoreşger bû. Hem di hunerê de hem jî di jiyanê de xwedî prensîb bû.”

DI ÇALAKIYA LI RÛSYAYÊ DE AMADE BÛ

Harûn Hêvî diyar kir ku, Yekta Herekol jî di çalakiya Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkuş (Jêhat) ên ku li paytexta Rûsyayê Moskowayê li ber avahiya parlamentê li dijî komployê di şeva 17’ê Mijdara 1998’an de bedena xwe dan ber agir amade bû û got, “Dema ku wan çalakî li dar dixistin, Heval Yekta jî amade ye. Li meydana Moskowê. Hevrêyan diyar kirin ku piştî wê çalakiyê Hevrê Yekta nikarî li Moskovayê bimîne. Du salan li wir ma. Got ku ew ê li Rûsyayê di mijara şanoya kurdî de xebateke mezin bimeşîne. Lê piştî komployê ev nêrîn guherî. Xwest derbasî çiyê be.Yek ji kesên destpêkê û herî zêde pirtûk û parêznameyên Rêbertî dixwend bû."

ELEQEYEK MEZIN NÎŞANÎ ŞANOYA ‘ZÎLAN’ DIDA

Harûn Hêvî anî ziman ku, wan ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd çalakî pêk anî şanoyeke amade dikirin û Yekta Herekol eleqeyek mezin nîşanî vê lîstikê dide û wiha dewam kir, “Me bi navê Zîlan şanoyek amade dikir. Ew ji bo şanoyê pir bi israr bû. Wî dixwest ku pêk were. Ji ber ku Hevrê Zîlan ew çalakî li dijî komploya li ser Rêbertî kiribû. Ew ruh wê demê baştir xuya bû û şano cihê xwe girt. Rola milîsên ku Heval Zîlan bi rê ve dibir û ber bi çalakiyê ve diçû, lîst.

BI RUHÊ TAYHAN Û JÊHAT BERÊ XWE DA ÇALAKIYÊ

Dema ji min re gotin ku Herekol di 27'ê Adarê de çalakiyek li dar dixe, min digot qey roja Şanoya Cîhanê ye. Piştre hate gotin ku li dijî komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adarê hatiye kirin. Hem li hemberî komkujiya Qamişlo û hem jî li hemberî rewşa Rêbertî ev çalakî pêk anî. Piştî me nameya wî xwend, me baştir fêm kir. Rewşa Rêbertiyê û ruhê çalakiya Heval Teyhan û Heval Jêhat hişt ku çalakiyek wiha pêk bîne.”