6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê hate birîn

Dadgeha Tirk bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî birî.

Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî (78) bi hinceta ku çûye avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), tevlî civîn û kongreyan bûye, doz lê hatibû vekirin.

Rûniştina biryarê ya doza ku bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ li Dadgeha Giran a Amedê ya11’emîn hate kirin.

Dadgehê xwest 20 salan ceza lê were birîn. Parêzerê Baksî, Ferîde Laçîn diyar kir ku muwekîlê wê ne endamê KCD’ê ye û bi tenê serokê giştî yê partiyekê ye û daxwaza beraatê kir.

Heyeta dadgehê bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî birî.