4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
Li Amedê polîsan avêtin ser malên endamên ESP'ê û 4 kes binçav kirin, ku yek ji wan jin e.
Li Amedê polîsan avêtin ser malên endamên ESP'ê û 4 kes binçav kirin, ku yek ji wan jin e.
Li Amedê, polîsan nîvê şevê avêtin ser malên endamên ESP'ê. Li gorî agahiyên hatin dest xistin Endama Navenda Partiya ESP’ê Beren Atici, Umît Tekîn û Endamê SGDF’yê Ahmet Cengîz û Huseyîn Akyuz hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku polîsan deriyê malan şikandine û 4 kes bi heqaret û lêdanê kirine binçavan. Parêzerên kesên hatine binçavkirin diyar kirin, ku li ser binçavkiriyan ti agahî ji wan re nehatine dayîn.