3 şervanên Minbicê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Casim (Mehmûd Minbic), Fikrtî El Syîd (Fikrî Minbic) û Mûsteva El-Ebûd (Ebû Nûr) ên ku 10'ê Çileyê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Welatiyên Minbicê ji bo merasîma oxirkirina 3 cangoriyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Casim (Mehmûd Minbic), Fixrî El-Seyîd (Fixrî Minbic) û Mustefa El-Ebûd (Ebû Nûr) berê xwe dane goristana Şehîdên Minbicê ya gundê Hac Abidîn. 

Di merasîma oxirkirina her 3 cangoriyan de Hevserokên Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî û Sozdar Xelîl, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Fermandarê Lîwai Siwar ê Girê Spî Ibrahîm Xelef, endamên Meclîsên taxa rêya Heleb û rêya Cizîrê, endamên Mala Jin, Rêxistina Karûbarên Koçberan û bi sedan welatî amade bûn.

Karwanê cenazeyên her 3 têkoşeran ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazî kirin û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmek leşkerî li dar xistin.
Fermandarê Lîwai Siwar ê Girê Spî Îbrahîm Xelef axavî û got şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced di merasîma her 3 têkoşeran de ji gelê Minbicê re wiha got: "dagirkeriya Tirkiyê nagihîje armanca xwe, em ê li hemberî dagirkeriya wan derbikevin û welatê xwe biparêz inʺ.

Fermandar Ebû Emced diyar kir ku bi şehadetan re yekîtiya civaka Bakurê Sûriyeyê tê ava kirin û ev yekîtî çarenûsa Sûriyeyê diyar dike.

Nasnemaya şehîdan ji aliyê endamê Meclîsa Sivîl a Minbicê Berker Ebû Ereb ve hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Cenazeyên her 3 şervanan bi dirûşim û tilîliyên dayîkan ve hatin veşartin.