Jinên Êzidî û Ereb peyama Rêber Apo silav kirin
Li Şengalê Jinên Êzidî û Ereb 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û peyama Rêber Apo silav kirin.
Li Şengalê Jinên Êzidî û Ereb 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û peyama Rêber Apo silav kirin.
Jinên Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ û YJCŞ’ê, bi tevlîbûneke girseyî 8’ê Adarê li Sinûnê pîroz dikin.
Jinên ku li ber hola Sinûnê hatin ba hev, bi cilên xwe yên rengîn ên gelÊrî û rakirina posterên Rêber Apo û alên TAJÊ, bi meş, dirûşmE û tilîliyan ketin hola şahiyê. Zarok û jin gelek wêneyên Rêber Apo rakirin û peyama Rêber Apo hate silavkirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê re destpê kir û piştre jî peyama Rêber Apo ya ji bo jinan ku ji Îmraliyê şandiye, ji aliyê Endama Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin. Xwendina peyamên Rêber Apo ji aliyê jinan ve bi coş hate pêşwazîkirin.