BI DÎMEN

8'ê Adarê li Helsinkiyê hat pîrozkirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta FInlandiya Helsînkiyê meş û mitîng hat li darxistin.

Li paytexta Finlandiya Helsînkiyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meş û mitîngê hat pîrozkirin.

Çalakiya ku ji aliyê çendîn rêxistinên femînîst û çep ku NCDK jî di navde bû hat organîzekirin li qada senatintorî bi mîtîngê destpê kir.

Li vir ji alîyê rêxistinan ve daxuyanî hatin dayîn û mûzîk hatin pêşkêşkirin. Yek ji axaftvanan serokkomarê berê a Finlenda Tarja Halonen bû. Piştre çalakvanan çalakiya xwe bi meş û dirûşmeyan heta  kansalaistori (qada gel) domand. Li vir jî çendîn daxuyanî ji aliyê rêxistin û kesayetiyên aktîvîst ve hatin dayîn.