'Zîlan navê nemirinê ye'
Tolhildan got, "Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re nîşanî me hemûyan da ku şervaneke rast a azadiyê çawa ye, nîşan da ku hezkirina wê ya welat û têkoşînê, ji jiyana wê girîngtir e."
Tolhildan got, "Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re nîşanî me hemûyan da ku şervaneke rast a azadiyê çawa ye, nîşan da ku hezkirina wê ya welat û têkoşînê, ji jiyana wê girîngtir e."
Endama Koordînasyona KJK'ê Çinar Tolhildan got, "Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re hem xwe nemir kir hem jî vîna jinê xurt kir. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re nîşanî me hemûyan da ku şervaneke rast a azadiyê çawa ye, nîşan da ku hezkirina wê ya welat û têkoşînê, ji jiyana wê girîngtir e."
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çinar Tolhildan, di salvegera 19. a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) de, wateya vê çalakiyê di roja îro de nirxand. Çinar Tolhildan di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê re got, "Zîlan navê nemirin û çalakiyê ye."
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 19. a çalakiya xwe de tê bîranîn. Hûn çalakiya Zîlan a di 30'ê Hezîrana 1996'an de lidar xist çawa dinirxînin?
Bi rastî û asta heyî ya têkoşîna me ya azadiyê re, ku di encama hewldanên awarte yên Rêbertiyê derket holê, PKK'ê mora xwe daniye binê sedsala 21'an. Ev rastî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Şehîdên me yên di vê asta serketî ya têkoşîna me de xwedî pareke mezin in, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivîsandine. Di têkoşîna li ser bingeha paradîgmaya demokratîk ekolojîk azadiya jinê de, xwedîderketina li keda bi hezaran hevrêyên me yên şehîd ketin û meşa li ser şopa wan, ji bo me fezîleteke. Hevrêyên me Zîlan, Sema, Ronahî, Bêrtîna, Gulan û gelek herêyên me yên jin ên di şêwegirtina jina azad de xwedî pareke mezin in, bi xwedîderketin û mezinkirina têkoşîna canfedaî re, vîna jina azad derxistine holê. Ji bo jina ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve weke meta hatiye dîtin û bê vîn hatiye hiştin bê berzkirin û li cewhera wê bê vegerandin, berdêlên gelekî mezin hatine dayîn.
Zîlan bi meha Hezîranê re bûye yek. Jinên Kurd meha Hezîranê weke meha Zîlan pênase kirine û di vê mehê de li her deverê ji bo jîndarkirina Zîlan seferber dibin. Di vê mehê de ne tenê hevrê Zîlan, Sema, Fîkrî Baygeldî û bi dehan hevalên me gihaştine asta şehadetê. Di vê mehê de ji bo bîranîna wan, ji bo nîşandana dilsoziya bi têkoşîna wan re, merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Li ser vê bingehê em şehîdên meha Hezîranê careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan li ser bingeha "Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad" bi serketinê re tacîdar bikin.
Mîna ku Rêbertiya me jî timî tîne ser ziman PKK partiyeke şehîdan e. Di her serketin û her kêliya PKK'ê de ked û bîranîna Şehîdan heye. Şehadeta hevrê Hakî Karer di damezrandina PKK'ê de xwedî wateyeke gelekî mezin e. Di heman demê de ya ku PKK'ê dike PKK, di serî de hevalên Mazlûm Dogan, Fermandar Egîd, Zîlan, Kemal Pîr, Mehmet Karasûngûr û hemû şehîdên me ne, ku felsefeya Apoyî xistine meriyetê. Çawa ku mirovekî nû tevlî PKK'ê dibe xwe ji nû ve diafîne, PKK jî di şexsê şehîdan de xwe jîndar dike. PKK jiyaneke nû ye û cihê jiyan lê watedar dibe ye. Lewma nêrîn û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo, dilsozî û jîndarkirina bîranîna Şehîdan e. Çawa ku her şehîdekî PKK afirandiye û mezin kiriye, di roja îro de jî rola Şehîdan a di nasnameya azad a PKK'ê ewçend mezin e.
Zîlan bi çalakiya xwe re di nava têkoşîna jinê de çawa tê nirxandin? Tevkariyeke bi çi rengî li tevgera jinê kiriye, di asta heyî ya tevgera jinê de rola Zîlan çi ye?
Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re hem xwe nemir kir hem jî vîna jinê xurt kir. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re nîşanî me hemûyan da ku şervaneke rast a azadiyê çawa ye, nîşan da ku hezkirina wê ya welat û têkoşînê, ji jiyana wê girîngtir e. Ji xwe hevala Zîlan di nameya xwe ya ji bo Rêbertiyê nivîsandî de digot, 'Xwezî ji canê min bêhtir tiştekî min ê bi qîmet hebûya ku min ew jî bida'. Bi vê nirxandina xwe re heval nîşan dide ku ya herî girîng ji bo wê, ne jiyana şexsî ye, têkoşîna azadiyê û welat e. Di roja îro de jî bi hezaran jinên ciwan ên xwedî li bîranîna Zîlan derketin û têkoşînê xurt dikin, di nava refên têkoşîna azadiyê de li hemberî sîstema emperyalîst a bi serdestiya mêr, bi çanda xwedawendiyê têdikoş in. Li dijî feraseta sîstema kapîtalîst a jinê tine dibîne û ji cewhera wê vedigire, berxwedana jinê ji her alî ve watedar û bi qîmet e. Jinên Kurd bi Zîlan re asta têkoşînê bilind kirine. Jin û ciwan êdî weke hêza pêşeng li her qadên civakê di nava karê aktîf de cih digirin û di dilsoziya bi bîranîna pîroz a têkoşînê Şehîdan de, her li pêş in. Bi biryadariya Zîlan a çalakiyê û xîreta nêrînî ya Rêbertiyê re jin îro têkoşînê xweş hembêz dikin. Di roja îro de li Rojava, Şengal, Kerkûk û Celewlayê li dijî zîhniyeta paşverû, jin ne tenê jinan tevahiya şaristaniyê diparêzin.
Zîlan bi çalakiya xwe re ne tenê jiyana xwe watedar kir, di heman demê de îdîa jiyanê û jiyana jinên Kurd jî mezin kir. Berdêla jiyana azad mezin e. Haya Zîlan ji vê hebû, lê belê wê li gorî me wateyeke cuda dida jiyanê û dijiya. Di nameya li dû xwe hişt de digot, "Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyanê û mirovan hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. Dixwazim bibim sembola jinên Kurd." Zîlan bi vê yekê re xwest mesajê bide me. Zîlan asta îdîaya me ya jiyanê bilind kir û Zîlan bû sembola azadiyê ya jinên Kurd. Zîlan dibêje, hezkirina wê ya ji mirovan bû sedem ku çalakiyeke bi vî rengî lidar bixe. Yanî Zîlan dixwaze vê ji me re bêje; "ez ewqasî ji mirovan hez dikim, ku dilê min qebûl nake mirov bi koledarî bijîn û bên înkarkirin." Ji ber vê yekê çalakiya hevrêya me Zîlan ne çalakiyeke ji rêzê ye, çirûska jiyaneke nû ye, rêya ber bi azadiyê û şêwegirtina jina azad e. Îro li welatên cuda ji gelên cuda jin Zîlanê nas dikin û hurmeteke mezin nîşanî vê çalakiya wê didin. Zîlan ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê manîfestoyeke jiyanê ye.
Tevgera jinê bi çi rengî xwedî li mîrateya Zîlan derdikeve? Zîlan her wiha bi çalakiya xwe re xwest peyameke bi çi rengî bide tevgera azadiyê û gelê Kurd?
Îro bi hezaran şervanên jin xwedî li mîrateya Zîlan derdikevin. Bi daxwaza têkoşînê û ruhê fedaî yê Zîlan di nava jinên Kurd de afirand, jin îro li refên herî pêş têdikoş in û bi xwestekeke mezin dixebitin. Li ti devera cîhanê jin nîne ku mîna jinên Kurd bi awayekî fedaî têdikoş in. Di dîroka têkoşîna gel de, ti kes mîna jinên Kurd di berdêla mirinê de bi têkoşîna xwe ve ne dilsoz e. Kesayetiya jinê ya fedaî ku yekemcar li cîhanê bi Zîlan re derket holê, di nava PKK'ê de bû xeta jiyanê. Ji ber vê yekê Rêbertiya me ji bo tevgera jinê dibêje, "Zîlan ne tenê çalakiyeke, xeteke felsefîk, îdeolojîk, polîtîk û leşkerî ye. Jinên Kurd ev pênase pejirandine û bi xwedîderketina li nirxên Zîlan li dû xwe hişt re, li ser şopa wê têkoşîn mezin kirin.
Weke ku tê zanîn hevala Zîlan dema biryara çalakiyê dide, hînê di statuya hevaleke nû de ye. Lê belê ji ber mezinahiya îdîaya wê ya jiyanê û nirxandina hûn û kûr a bûyeran, biryardariya wê ya çalakiyê xurt û watedar kir. Çalakiya hevala Zîlan ne tenê çalakiyeke leşkerî ya li dijî artêşa Tirk a faşîst a dagirker e, di heman demê de li hemberî zîhniyeta bi serdestiya mêr a 5 hezar salî, ku jinê tine, meta dihesibîne, keda wê dixwe û înkar dike, çalakiya vejîn û xurtkirina têkoşînê bû. Ji ber vê yekê çalakiya Zîlan di dîroka jinê de bi tîpê zêrîn tê nivîsandin.
Em dibînin ku îro li Rojava, Şengal û Kerkûkê jinên Kurd bi têkoşîneke destanî re xwedî li rastiya Zîlan derketine û didin jiyîn. Têkoşîna jinan a li Rojava ya bi nasnameya YPJ'ê, bi taybetî taybetî berxwedana Arîn Mîrxan û bi dehan jinên leheng, nîşan didin ku vîna jinê gihaştiye kîjan astê. Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya jinê tê meşandin, îro ji duh bêhtir nêzî azadiyê ye.