Zîlan li Stockholmê hat bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) a di sala 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, di salvegera 19. a çalakiya xwe de li paytexta Swêd Stockholmê hat bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê ve hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyên Zîlan bi gulan hatin xemilandin û find hatin pêxistin.
Merasîm, di şexsê Zîlan de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên şoreşê destpê kir û nameya Zîlan a beriya çalakiyê ji hevrêyên xwe û gelê Kurd re nivîsandî bi Kurdî û Tirkî hat xwendin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Îmran Karaer û ji Komeleya Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe, li ser wateya Zîlan ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd, axivîn.
Di axaftinan de hat ragihandin ku ruhê fedekariyê û biryardariya têkoşînê ya Zîlan di Şoreşa Rojava û berxwedana li Kobanê de ji aliyê jinên Kurd ve tên dewamkirin û ev yek di serketina têkoşînê de rola diyarker dilîze.
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna Zîlan sînevîzyon hat nîşandan û merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.