Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 2 tîrmehê 2015, 11:39
Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê de tevî bi sedan gerîlayan, ji fermandarên YJA Starê Kawenda Herekol, Peyman Amed, Kurdistan Mardîn û ji fermandarên HPG'ê Orhan Çewlik amade bûn.
Kawenda Herekol di axaftina xwe ya li merasîmê de di şexsê ZAîlan de têkoşîna azadiyê ya Kurd nirxand û ev xal destnîşan kir:
"Pêvajoya heyî nîşanî me dide ku xeta hevrê Zîlan, 24 saetan jiyana bi Rêbertiyê re ye, qebûlnekirina jiyana bê Rêbertî ye, xeta Zîlan manîfestoya me ya azadiyê ye. Xeta hevrê Zîlan îro li her parçeyên Kurdistanê veguheriye nêrîn, ruh û xeta fedaî ya hemû jinan. Di şexsê hevala Zîlan de ya hatiya afirandin, neqebûlkirina sîstemê, têkoşîna li dijî vê ye. Lewma em dibêjin, hevrê Zîlan fêmkirina Rêbertî, bicihanîna berpirsyariyên pêvajoyê û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ye.
Rêya şehîdan rêya me ye, em nirxên wan dane me biparêzin û têkoşîna azadiyê li dijî zîhniyetên faşîst û paşverû, bilind bikin."