BI DÎMEN

Zîlan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bîranîn

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan gerîlayan ve bi merasîmekê hat bîranîn.

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan gerîlayan ve bi merasîmekê hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê de bi sedan gerîlayên jin amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre, endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Jiyan Lava li ser wate û girîngiya çalakiya Zeynep Kinaci axivî û got, "Ez di kesayeta hevala Zîlan de hemû şehîdên azadiyê ku bi giyana fedayane xwe gorî kirine bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim."

Lava bal kişand ser Şoreşa Rojavê Kurdistanê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêngava heval Rûbar Qamişlo de hevalên ku jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînim. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di pêngavên wiha de lehengitiyên wiha ku mora xwe li dîrokê dixin derdixe pêş. Di kesayeta lehengên Kurdistanê de Mazlûm Dogan, Kemal Pîr Zîlan, (Zeynep Kinaci)  Sema Yuce de digîhe lutkê. Her wiha di şoreşa Rojava de di kesayeta Serena Toprak Çerkez de, şehîdên şoreşa Rojava, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê weke şopdarên xeta Zîlanan derketin pêş. Eger em îro li Şengal, Girê Spî û gelek cihan serketinên mezin bi dest dixin, di vê de ked û xwîna  hemû şehîdên me hene. Şoreşa me bûye gerdûnî û hemû gelên bindest hêviya xwe di vê şoreşê de dibînin."

Lava got, "Li Dêrsimê çalakiya hevala Zîlan li hemberî komploya 6’ê Gulanê hat lidarxistin. Dîsa di nava PKK’ê de di kesayeta Şemdîn Sakik de dixwestin ku xeta partiya me şîlo bikin.  Li dijî êrîşên bîrdozî û leşkerî çalakiya fedaî ya Zîlan derket pêş. Ev jî bû xeta azadiya jinê û pîvanên jiyana azad afrand."

Jiyan lava di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ku divê ew li giyana Zîlan xwedî derkevin, li xeta birdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derkevin û misoger bikin.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Rêber Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû.

...