Zîhniyeta tecawizkar hat protestokirin
Li Wan, Îdir û Amedê îşkenceya li bedena şervana YJA Star'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hatibû kirin, bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Li Wan, Îdir û Amedê îşkenceya li bedena şervana YJA Star'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hatibû kirin, bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Li Wan, Îdir û Amedê îşkenceya li bedena şervana YJA Star'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hatibû kirin, bi çalakiyan hat şermezarkirin. Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder diyar kir ku Ekîn Wan, rastiya tazî ya têkoşina wan e. Meclîsa Azadiyê ya Jinê jî bi heman armancê daxuyanî da û xwest hemû jin di 19'ê Tebaxê de li Gimgimê kom bibin. Desteya Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê daxuyanî da û qetilkirina Ekîn Wan a bi îşkenceyê şermezar kir.
ÎDIR
Hevparên KJA'yê ya Îdirê, li Kolana Meşe Ahmet Dede kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Hevşaredara Îdirê Prz. Şaziye Onder, anî ziman ku hovîtiya li hemberî Ekin Wan pêk hatiye di heman demê de li hemberî gelê Kurd û jina Kurd a têkoşîna azadiyê dimeşîne pêk hatiye. Onder, anî ziman ku îşkenceya li bedena Ekîn Wan hatiye kirin ti wîcdan û exlaq qebûl nake. Çalakî bi dirûşmaa “Jin jiyan azadî” û rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.
WAN
Li Wanê jî di pêşengiya hevparên KJA'ayê de bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Jin li Parka Feqiyê Teyran kom bûn û heta Parka Musa Anter Park meşiyan. Di meşê de wekîlê HDP'ê Selami Ozyaşar, Remzi Ozgökçe û Tuba Hezer amade bûn. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmên, “Şehîd namirin” gotin.
AMED
Desteya Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê daxuyanî da û qetilkirina Ekîn Wan a bi îşkenceyê şermezar kir.