Zehrîban Hisên: Em ê ti carî ji fikir û îradeya xwe venegerin

Zehrîban Hisên 3 jinên li Helincê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku komkujî û êriş çiqasî bên kirin jî wê ti carî ji fikir û îradeya xwe venegerin.

Endama Navenda Jineolojiyê ya Efrînê Zehrîban Hisên bi wesîleya salvegera yekemîn a komkujiya gundê Helincê ji ANF'ê re axivî.

Zehrîban Hisên endamên Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîna Weysî yên di bombardûmana dewleta Tirk de şehîd bûn bi bîr anî.

Zehrîban Hisên diyar kir ku komkujiya li gundê Helincê yê Kobanê ne komkujiya destpêkê bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin û got, "Dewleta Tirk bi taybetî jinên ku li nava civakê bi rola pêşengiyê radibin, dike hedef û dixwaze tune bike. Êrişa li gundê Helincê û qetilkirina her sê jinan jî bi heman armancê hate kirin."

Zehrîban Hisên anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinê gihîştiye wê astê ku jinek li kolanê bimeşe dike hedef û van êrişên xwe jî li pêş çavên dinyayê dike.

Zehrîban Hisên destnîşan kir ku êriş û komkujî çiqasî li wan bê kirin jî ew ti carî ji fikir û îradeya xwe venagerin.