Zêdetirî 40 gardiyanan bi kêfî avêtin ser qawîşên jinên girtî

Bi dehan gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi awayekî kêfî avêtin ser qawîşê jinana û lêgerîn kirin.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku roja Înê ya borî avêtin ser aqîşan û lêgerîn kirin.

Girtiyeke siyasî ya jin got: “Serî li tundiyeke hovan e dan. Em li qawîşê 30 kes bûn, zêdetirî 40 gardiyan hatin, ew jî ne bes bûn teknisyen jî ketin hundirê qawîşê.”

Girtiyan anî ziman ku di dema lêgerînê de her tişt  serûbin kirin û got: “Li paketên derman, fêkî û heta sarincê jî nêrîn. Ji ber şewba vîrûsê bû ev salek em neçûne revîrê. Lê ji bo lêgerînê 40-50’î kes ketin hundir.”

Heman girtiyan berxwedêrên greva birçîbûn jî silav kirin û got: “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên kedkar, gerîlayên YJA Starê, girtiyên PAJK’ê, girtiyên siyasî pîroz dikin.”

Girtiyan anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grev hatiye destpêkiri û peyama ‘Li ser vi bingehî wê berxwedan bidome’ dan.