Yûsif: Dixwazin nirxên jinan ên azad tine bikin

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hediye Yûsif got, "Êrîşên li Efrînê li dijî jinan tên kirin, daxwaza ji bo tinekirina sembol û nirxên jinan ên bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinê hatine afirandin."

Kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê, ku li dijî gelê Efrînê bi taybetî jinan dike, didomin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hediye Yûsif li ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê bersiv da pirsên me.

Yûsif bi bîr xist, dema ku terorê sala 2013'an dest pê kir, li Mûsil, Şengal û Kobanê hedefa sereke ya ku êrîşî wê kir, jin bû û got, "Çima êrîşî jinan kirin, bi taybetî êrîşî jinên Êzidî, jinên li Laleş û Şengalê kirin? Rola tevgera azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û têkoşîna azadiyê ya jinê, bala tevahiya dinyayê kişand. Bi taybetî, di pêvajoya 'Şerê Sêyemîn ê Dinyayê' de rola jinan a li nava têkoşîna azadiyê ya jinan, bala tevahiya dinyayê kişand."

Yûsif bal kişand ser têkoşîna YPJ'ê û got, "Baş zanîbûn ku eger jin di nava civakê de bi vê rol û mîsyonê tevbigere, wê di îradeya civakê û demokratîkbûna wê de rê li ber guhertinên mezin veke. Civak wê bibe xwedî îrade. Bi vî rengî wê jin di nava civakê de xwedî rol û mîsyoneke mezintir be. Lewma di şerê terorê de hedefa sereke jin bû."

'XWESTIN TOLÊ JI TEVGERA AZADIYÊ YA JINÊ HILÎNIN'

Yûsif destnîşan kir, êrîşên li dijî jinê hatin kirin, tolhildaneke mezin a ji tevgera azadiyê ya jinê bû ku rê li ber rol û mîsyona jinê ya pêşengiyê vekir. Yûsif got, "Xwestin vê yekê destpêkê li Şengalê bi êrîşa dijî jinên Êzidî bikin. Xwestin van nirxan têk bibin. Xwestin, nirxên pîroz ên li Rojhilata Navîn hatin afirandin ji holê rakin. Niha li dinyayê gelek guhertin dibe, tevgerên jinan derdikevin pêş û jin dibin xwedî îrade. Wê çawa pêşî li vê bigirin? Bêguman wê bi êrîş û barbariya li dijî jinê hewl bidin pêşî li vê bigirin. Li Şengalê 4 hezar jin revandin, li bazaran firotin. Hîn jî bi hezaran jin winda ne û li bazaran tên firotin. Di sedsala 21'ê de jin li bazaran hatin firotin, jinek firotin bi sedan mêrî, li ser bedena jinê bi her rengî nêzîkatiyên qirêj kirin. Xwestin perdeyeke reş bikişînin ser îradeya civakê û mirovan. Ne tenê jinên Kurd, jinên Kurd, Ereb, Ermen, jin hemû di vî şerê terorê de li bin paçê reş hatin nixumandin. Ez ji vê re dibêjim sembola serdema tarî. Bi destwerdan û kuştina jinê re xwestin, kiryarên xwe yên qirêj binixumînin."

Hediye Yûsif anî ziman, ê ku piştgirî da vê yekê û teşwîq kir dewleta Tirk bû, AKP bû û got, "Her roj li pêş çavên dinyayê li dibistanan û mizgeftan bi rengekî vekirî propaganda vê kirin û bingeh jê re amade kirin. Nîşaneya herî mezin a vê yekê li Efrînê ye. Li pêş çavên tevahiya dinyayê bi cenazeyê Şehîd Barîn lîstin. Bi tena serê xwe ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk vî mejiyê paşverû li dijî jinê birêxistin dike.

Dagirker dema ku ketin nav aEfrînê destpêkê êrîşî jinan kirin û kiryarên herî qirêj li dijî jinan kirin. Bi vekirî dest avêtin, kuştin, firotin û xwestin jinan bi vî rengî bikin ajan. Bi dagirkirina zayendî ya li dijî jinê re dewleta Tirk xwest jinê ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bîne. Vê yekê ne tenê li dijî jinên Kurd dike. Li dijî hemû jinên li Efrînê dike. Bi vî rengî li Efrînê gelek jin kiriye ajan. Tişta ku li Şengalê û gelek deveran li dijî jinan hate kirin, niha li Efrînê li dijî jinan tê kirin. Li Efrînê jin pêşketî bû, vekirî bû. Bi fikrê felsefeya azadiyê hatibû perwerdekirin. Dewleta Tirk a dagirker çawa ku Efrîn dagir kir, jin jî dagir kir."

Yûsif bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên li dijî jinên Efrînê tên kirin û got, "Êrîşên li Efrînê li dijî jinan tê kirin, hewldana ji bo tinekirina nirxên sembola têkoşîna azadiyê ya jinê ye ku tevgera azadiya jinê pêşengiyê jê re dike."

'LI EFRÎNÊ, LI HER DEVERÊ DIVÊ JIN LI DIJÎ DEWLETA TIRK DERKEVIN'

Hediye Yûsif destnîşan kir, jinên Efrînê divê li dijî vê siyasetê derkeve û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û li her deverê divê jin serî hildin. Li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî jinê, divê têkoşîneke xurt bimeşînin û vê siyasetê têk bibin. Divê li her qadê têkoşîn bê geşkirin. Ji aliyê leşkerî, siyasî, çandî û civakî ve divê li dijî kiryarên dewleta Tirk têkoşîn bê meşandin."

Yûsif destnîşan kir, eger jin hêza xwe bike yek wê di sedsala 21'ê de faşîzm hilweşe.