Yuksekdag: Ji jinên berxwedêr re soza me heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê de axivî û wiha got: " Soza me ji jinan re, Sêvê, Pakîze û Fatma û Dayika Taybet re heye.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê de axivî û wiha got: "Em li ser piyan in, jinan tu caran serê xwe netewandin û wê netewînin jî. Li dijî zilma ku wan daniyê pêşiya me heta mu em negihîjin menzîla berxwedanê em ê nesekinin ji ber ku soza ku me daye heye. Soza me ji jinan re, Sêvê, Pakîze û Fatma û Dayika Taybet re heye. Soza me ji hevala me ya li Cizîrê bedena wê fedî nekirin û teşhîrkirin re heye. Soza me misogeriya serkeftinê ye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beşdarî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ya li Qada 5'ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) ya Amedê hate lidarxistin bû û xitabî bi hezaran jinan kir. Axaftina Yuksekdag de hin xalên ku derketin pêş wiha ye:

"Îro di nava vî hovîtiyê de ya zehmet li ser piyan sekinandin e. Xwe fedakirina îrade û jiyane ye. Em li ser piyan in, jinan tu caran serê xwe netewandin û wê netewînin jî. Li dijî zilma ku wan daniyê pêşiya me heta mu em negihîjin menzîla berxwedanê em ê nesekinin ji ber ku soza ku me daye heye. Soza me ji jinan re, Sêvê, Pakîze û Fatma û Dayika Taybet re heye. Soza me ji hevala me ya li Cizîrê bedena wê fedî nekirin û teşhîrkirin re heye. Soza me garantiya serkeftinê ye.

 

‘ME ÇOK DANENÎ Û DANEYNIN’

 

Em ji soza xwe ya daye jinan venagerin. Dîrok şahidê me ye. Dorpêça li Sûrê bi mehan e berdewam dike. Dixwazin tişta ku li Cizîrê kirin pêk bînin. Ligel ku dibêjin me sivîl derxistiye jî li wir hê jî sivîl hene. Dibêjin heke hûn çok danaynin em ê bi vî bidin danîn. Lê tişta ku nizanin heye me çok nedanî û em ê daneynin jî. Em ser bilind in. Ligel wî hovîtiyê jî Cizîrê bi jinên xwe re bi zarokan re li dijî hovîtiyê sekinî. Cizîr rûmeta me ye. Wekî ku Mehmet Tunç ê li Cizîrê hate qetilkirin gotibû em bi berxwedana xwe ve ser bilind in lê ew ê di rûpelên dîrokê de wekî sûc û şerm cih bigirin.

 

‘EM Ê BERXWEDANA XWE YA JINÊ BIPARÊZIN’

 

Ew ê hesabî vî şermê bidin. Bi berxwedana me wê pîlana têk birinê wê têk biçe. Em çiqas li ber xwe didin tank û topên wan bê bandor dibin, hikmê wî nemaye. Me tirsa ku wan dixwest biafirînin ji holê rakir. Li hemberî wan geleke berxwedêr heye. Ji ber vê ditirsin. Li cihên ku dibêjin ewlehiya cemaweriyê pêk anîne hemû cihan dibîne ku çi dikin. Li cihên ku ew dikevin malên hatine xirakirin, cenazeyên davêjin çem hene. Em ê li dijî van berxwedana jinê biparêzin. Ew çiqas nirxên mirovahiyê bin pê dikin em ê wan nirxan bikin al û bimeşin.

 

‘JI JINAN DITIRSIN’

 

Çalakiyên 8'ê Adarê qedexe kirin. Li cihên ku destur hate dayîn jî li pişt artêşa polîsan xebat meşandin. Ji bo ku jin dernekivin qadan mal bi mal geriyan û tehdîd kirin. Heke we nîzam pêk anîbû çima evqas tehdîd dikin, biçûk dibin, ji çi ditirsin. Em bi berxwedanê derdikevin qadan, ma hûn çima bi artêşan derdikevin qadan. Yên ku tirsê hin kesan dixwazin bixin bin îxtidara xwe tirsa herî mezin dijîn. Ji 3 jinên hatin cem hev tirsiyan. Ji ber ku em gotinên xwu li rûyên wan dikin ditirsin. Îxtidara ku bi vî tirsê dijî bi rakirina destnedayîna parlamenterên me ve dixwazin tirsê biafirînin. Ew dewlet dikare her tiştî bike. Ev ber bi dewleta terorê ve diçin.

 

Li dijî terora wan tekane hêz em in jin in. Îro wisa ye wê sibehê jî wisa be. Heke hinek wêrek bin, hinek exlaqê wan ê siyasî hebe bila destnedayînên hemû parlamenteran rakin. Kî wê ji diziyê, kê ji ber fikr bê darizandin em ê wê demê bibînin. Me tu caran bi zirxî siyaset meşandiye. Em bi zirxê tevnegeriyan. Em têkoşînê baş dizanin. Bêyî zirx hûn nikarin gavekî jî biavêjin. REhet bin em çiqas li ber xwe bidin tu hêz nikare li pêş me bisekine.

 

'ÊN ZILMÊ DIKIN WÊ TÊK BIÇIN'

 

Yên ku li ber xwe didin wê dîrokê binivîsînin. Ew hewl didin ku dîroka zilmê binivîsinin. Em ê dîroka Tirkiyeyê bi berxwedana xwe binivîsîin. Yên zilmê dikin wê têk biçin. Ên ku me tehdîd dikin amadekariya darbe dikin. Yên ku bêyî darizandin nikarin xwe xilas bikin ên su sûcê şer dikin in. Ev îrade di gel de heye. Wekî par peyama ji birêz Abdullah Ocalan tuneye lê em silav û piştgiriya wî dizanin.

 

JI JINÊN BERXWEDÊR RE SILAV

 

Em tecrîda vî îxtidarê nelet dikin. wê berxwedana jinan tecrîdê bişikîne. Em ê bi ser kevin. 8'ê Adarê mizgîniya biharê ye. Ji jinên ku li qadên xwerêveberiyê bi hişmendiya parastina cewherî li ser piyan in silav be.