Yuksekdag: Em li ku dibin bila bibin, di heman dilî de ne

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê dîlgirtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê peyam weşand û diyar kir ku li ku dibin bila bibin ew di heman dilî de ne.

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê dîlgirtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jİnên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.

Yuksekdag ji bo jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê daketine qadan wiha got, "Em li ku dibin bila bibin di heman dilî de ne, di heman mejî de ne. Û ez ti carî xwe ji we dûr nabînim. Eger mirov di berxwedanê, rûmetê, kedê, azadiyê, aştî û demokraisyê de digihêjin hev, hingî ti cih, astengî, sînor li pêşiya mirovan namîne. Ez jî niha ti astengiyan li pêşiya xwe nabînim. Ji ber ku li derve bi hezaran, bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotinên min hene. Mirovên ku gotinên min tînin ziman hene. Ez bawerim ku jin jî wê heman gotinên min, gotinên me her tim bînin ziman. Wê gotinên ji bo biryardariyê, berxwedanê, hêviyê, azadiyê, wekheviyê bînin ser ziman. Beriya her tiştî jî wê gotinên ji bo piştevaniya jinê, têkoşîna jinê bînin ser ziman. eta ku ev gotin û ruh hebe wê rêya me vekirî be, em ê rêwîtiya xwe dewam bikin. Bi hezkirin her kesî silav dikim."