Beppe Savary: Kurd rûmeta mirovahiyê diparêzin

Siyasetmedarê Swîsreyî û piştevanê 'Pêngava azadî ji Abdullah Ocalan re' Dr. Beppe Savary anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn parastina rûmeta mirovahiyê dikin û got, "Em rastiya ku li qadê tê dîtin, tînin ziman."

BEPPE SAVARY

Endamê Komîteya 'Pêngava Azadî ji Abdullah Ocalan re' siyasetmedarê Swîsreyê Dr. Beppe Savary diyar kir ku baweriya wî heye ku Kurd serketineke mezin bi dest bixin û got, "Tenê bila li dora fikrên Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin."

Palamenterê Parlamenta Kantona Ticino ya Swîssreyê Dr. Beppe Savary bersiv da pirsên ANF'ê.

Di destpêka axaftina xwe de Dr Savary bal kişand ser bûyerên li Sûriyeyê û got, "Beşar Esad ti carî nebû dostê Kurdan. Rejîma heyî jî soza tiştên baş nabe. Êrîşên li ser Rojava bû yek ji kiryarên xwe yên destpêkê. HTŞ ji bo demokrasiyê cihê hêviyê nîne. Modela ku Rojava pêşkêş dike fikrekî welê ye ku ji bo tevahiya herêmê dikare bê pêkanîn. Lê belê veguherîna Îslamî ya ku Erdogan piştgiriya wê dike, metirsîdar e. Erdogan dema ku ji bo kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete nava liv û tevgerê, gefên li ser Kurdan jî zêde bûn. Binihêrin, êrîşê dibe ser qadên jiyanê yên Kurdan. Embarên genim, febrîqe, qenalên avê dibin hedefa êrîşan. Ev yek sûcê şer e. Hewl didin exlaqê şer jî ji holê rakin. Şer jî xwedî exlaqekê ye, ne welê? Êşkence li jinan, li zarokan tê kirin. Mirovên ji mezhebên cuda yekser têne kuştin. Xwedayê wan, soza kuştinê dide her kesên ne ji wan. Lewma li Rojhilata Navîn ku Rojava navenda wê ye, Kurd rûmeta mirovahiyê diparêzin. Rast e, divê mirov vê yekê weke dirûşmekê nebînin. Em rastiya li qadê tînin ziman."

Di dewama axaftina xwe de Dr. Savary rewşa Rêber Apo nirxand ku hîn jî tecrîdkirî ye û got, "Tecrîdkirina Abdullah Ocalan dişibe tecrîdkirina Mandela ya li Girava Robbenê lê belê rewşa wî hîn giran e. Lê fikrên wî nikarin bêne girtin. Banga Ocalan ji bo xwegihandina armancên aştiyane ye ku ev yek û nêzîkatiya Mandela dişibin hev. Lê belê hem şert û mercên mêtingeriyê hem jî kûrahiya îdeayê cuda ye. Mandela li hemberî nijadperestiyê ji bo temsîliyeta wekhev a hemû nijadan demokrasî diparastin. Li Efrîkayê komkujiya Sharpeville hebû. Şêweyên cuda yên mêtingeriyê hebû. Li Kurdistanê rewş gelekî cuda ye. Qirkirina fîzîkî encama her raperînê bû, lê belê cûreyê qirkirina çandî encamên hîn bêhtir bê rehm bi xwe re anî. Bawerim parastina xwe ya dawî bi navê 'Parastina Kurdan ku di bin zexta qirkirina çandî de ye' bû. Ocalan ne tenê bi fikir û têkoşîna xwe vî gelî diparêze, di heman demê de ji nû ve bi ser xwe ve dianî. Hişmendiya welat a ku winda bûbû, ji nû ve li nava gel bi cih dikir. Pênaseya nasnameyê dike, bi polîtîkayê re pêwendiya vê yekê datîne. Destpêkê bi min gelekî balkêş bû; digot polîtîka ne ya dewletê ye. Diyar dikir ku civak xwedî nasnameyeke polîtîk e û azadî jî bi têkoşîneke çekdarî ya rê li ber polîtîkayê veke re pêwendiya xwe heye. Ne tenê têkoşîna çekdarî ji xwe re dikir esas, îradeya wê yekê ya ku bi rêya wê têkoşîna demokrasiyê biafrîne, destnîşan dikir. Alternatîfan pêşkêş dike, lê belê meya xwe diyalog e. Ev yek nîşaneya israra xwe ya li ser demokrasiyê ye.

Li Rojava jî rewş bi vî rengî ye; beriya pêngavên rizgarkirina herêman Rêveberiya Xweser a Demokratîk bangê dike. Herî dawî ji bo Minbicê li Kobanê gelek hevdîtin hatin kirin. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk li gorî peymanê tevnegeriya, hêzên QSD'ê dest bi pêvajoyeke welê kir ku cihên dest jê berda ji nû ve bi dest bixe. Em dibînin ku Kurd ne Kurdê berê ne. Li qadê ji aliyê leşkerî ve xurt in, lê belê dixwazin bi rêya dîplomasiyê encamê bi dest bixin. Ev daxwazên wan nîşaneya perspektîfên îdeolojîk-polîtîk ên Kurdan e. Lewma sîstema tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn wê bibe windahî, wê bi kesî nede qezençkirin."

Dr. Savary anî ziman ku sîstema demokrasiya rasteqîn a li Rojava ku jin û mêr wekhev in, divê bê parastin û got, "Li gelê vê yekê gefên Tirkiyeyê dewam dikin. Ya rast hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdên li herêmê di heman demê de ji bo Xiristiyan, Elewî, Durzî, Êzidî, Yahûdî, Kurd, Sûniyên sekuler ku nîvê nifûsa Sûriyeyê ne, garantî ye. Tirkiye hewl dide QSD'ê weke Talîban a li Efganitanê nîşan bide. Ji bo vê hewl dide, lê belê piştevaniya îdeolojîk a QSD'ê, sîstema xweser e ku bi temamî xwe dispêre demokrasiyê. Ya ku krîzê giran dike Tirkiye bi xwe ye. Dibe ku HTŞ bibêje, 'Ji aliyê leşkerî ve li gel El Nûsra û DAÎŞ'ê me li dijî Kurdan şer kir û em nekarîn bi ser bikevin, ma niha em dikarin çi bikin?' Tirkiye bi çeteyên xwe yên ji bo pereyan şer dikin gefê li gelan û destketiyên li Rojava dixwe."

Beppe Savary têkildarî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê nirxandineke bi vî rengî kir: "Yên ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng dimînin beriya 101 salî li Lozanê xaka Kurdan parçe kirin. Qanûna Mulkiyeta Fikrî kete dewrê û li Lozanê sînor hatin diyarkirin; koordînasyoneke ji 100 salî hate avakirin bi 4 welatên mêtinger re. Di bin vê sîwanê de qirkirina çandî û fîzîkî li Kurdan hate ferzkirin. Ji faşîzma Tirk ên spî heta bi Kembera Ereb, ji wê derê heta Helebceyê û darvekirinên li Îranê. Êrîşên li ser Rojava tenê kurteberiya dîrokê ye.

Kurdan portreya mêtingeriyê di hişê xwe de neqişandin. Herî kêm bi qasî Yahûdiyan xwedî hişmendiya dîrokê ne û bi wê hişmendiyê gelekî xwedî meyla azadiyê ye."

Siyasetmedar Savary anî ziman ku Rojava di pozîsyoneke stratejîk de ye û got, "Mîna Kosova ku li Ewropa û Balkanan xwedî girîngiyeke stratejîk e. Herêmeke korîdorê ya transît a girîng e û ji ber vê yekê baregeya girîng a DYE'yê lê ye. Ji bo karibin li Rojava bimînin diyalog û hevkariya bi Kurdna re dewam dikin. Ev yek di çarçoveya polîtîkayên derve yên Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn e. Bêguman Kurd ji ber ku di polîtîkayê de nerm, di pîvanan de jî hişk in, dikarin bi Yahûdiyan re rûnên, lê belê ne bawer im ku bibin hevparê polîtîkayên belavkariyê."

Savary destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn diyarker e û ji ber vê yekê jî Îsraîl jî, DYE jî, Rûsya jî neçar in têkiliya xwe ya bi Kurdan re dewam bikin.

Dr. Savary herî dawî li ser hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re got, "Wergirtina agahiyê ji Rêber Apo, hînbûna başbûna moral û tenduristiya wî cihê kêffxweşiyê ye. Divê karibe bi hêsanî û tenduristiyeke baş bixebite. Wî bi xwe got, 'Eger şert û merc bêne afirandin wê karibe bi navê azadî û demokrasiyê tevkariyê li siyasetê bike. Dem dema biratî, demokrasî û aştî ji bo Tirkiye û herêmê ye'. Ocalan herêmê baş nas dike, pê zane. Ji bo karibe bi rola xw erabe jê re sebir û hêzê hêvî dikim. Peyam da gelê Kurd. Gelê Kurd jî berxwedana Îmraliyê silav kir. Gel diyar kir ku ew bi pêvajoya Ocalan ku rêberê gel e, piştrast e. Gel gelekî dilsozê Ocalan e. Lewma eger li Tirkiyeyê wê bi Kurdan re demokrasî û rêya diyalogê bê danîn, muxatabê vê teqez Ocalan e."

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Savary got, "Bi dîtina min Kurd wê serketineke mezin bi dest bixin. Tenê bila têkoşîna xwe ya li dora fikrên Ocalan dewam bikin. Ez hinekî bi Kurdî znaim; Bijî Apo, bijî Kurdistan û Jin, Jiyan, Azadî."