YJK-S’ê kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi şîara ‘Em li hemberî êrîşên dagirker û qirkirina jinan xwe bi rêxistin bikin’ li bajarê Zurîhê ya Swîsreyê kongreya xwe li dar xist.

Li Swîsreyê piştî kongreyên meclîsên jinan, komun û înîsîyatîfan YJK-S’ê jî bi tevlêbûna sedan delegeyan kongreya xwe ya 7’emîn li dar xistin.

Ji bo şehîdên berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê rêz hate girtin.

Di kongreyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan hate pêşkêşkirin.

Di kongreyê de li ser navê TJK-E’yê Zozan Dêrik axivî. Dêrik geşedanên siyasî nirxand û bal kişand ser berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê. Dêrik got “Jinên Kurd ên azad 40 sal in li ser xeta Rêber Apo dimeşin û ji bo parastina Kurdistana azad bi dil û can li ber xwe didin.”

Di kongreyê de Dayikên Aştiyê jî axivîn û rapora xebatên 2 salan hate xwendin. Di kongreyê de berdevkên nû yên YJK-S’ê jî hatin diyarkirin û hilbijartin hate kirin.

Kongre bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ , ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate bidawîkirin.