YJK-E’yê li Dortmûndê civîna xwe ya navbera serdemê li dar xist

Yekîtiya Jinê Kurdistanê ya Elmanyayê (YJK-E) civîna xwe ya navbera serdemê li Dortmûna Elmanyayê li dar xist.

Ji bo civînê ji gelek bajarên Elmanyayê jin hatin.

Piştî axaftina destpêkirinê nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 8’ê Adarê bi baldarî hate temaşekirin.

Çalakgera TJK-E’yê Zeynep Dêrsim bal kişand ser Dayîkên Aştiyê yên ku ji bo dengê çalakgerên greva birçîbûnê bigihînin her derê, bênavber têdikoşin.

Dêrsim got ku “Berxwedana li Rojhilata Navîn, berxwedaneke îdeolojîk e. Ji ber vê jî qedera Kurdistanê wê jin û gel diyar bikin.”

Piştî xwendina rapora YJK-E’yê delege li ser meclîs û komunan sekînin û nîqaş kirin.

Civîn bi slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.