YJK-E'yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan spasî kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJK-E), piştî Festîvala Jinan a Zîlan ku Şemiyê li bajarê Leverkusenê pêk hat peyameke spasiyê weşand.
Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJK-E), piştî Festîvala Jinan a Zîlan ku Şemiyê li bajarê Leverkusenê pêk hat peyameke spasiyê weşand.
Di peyamê de hate bibîrxistin ku festîval diyarî şehîdên canbexşane yên berxwedana greva birçîbûnê hatiye kirin û bi beşdariya ji Elmanya, Belçîka û Hollandayê bi coş pêk hatiye.
Di peyamê de jinên ku bi rengê xwe tevlî festîvalê bûn, kedkarên çapemeniyê, xebatkarên standan, mêvan û hunermendên tevlî festîvalê bûn hemû spasiya wan hate kirin.