YJCÊ: Bi ruhê berxwedana Garê xwedî li gerîla derkevin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyekê bang di serî de bang li jinên ciwan, Êzidî û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bi ruhê Berxwedana Garê xwedî li gerîla derkevin û xiyaneta PDK’ê qebûl nekin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa biryara DYE ya li ser sê şoreşgerên Kurd girtîn, şermezar kirin.

YJCÊ’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî êrîşa Garê û li wir têk çû, niha jî bi operasyoneke nû dixwaze çiyayên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Di dewama daxuyaniyê de YJCÊ’ê bibîr xist ku ji ber pîlan û projeyên Tirkiye ya li Şengalê nikare pêk bîne, niha jî dixwaze bi êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê mîna ku tolê hilîne dixwaze gerîla tine bike.

YJCÊ’ê bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û got: “Ev êrîş bi hevkariya PDK’ê, dewletên navneteweyî û erêkirina waan pêk hatiye.Bi vê yekê PDK xiyanetê li gelê Başûr jî dike.”

YJCÊ’ê biryara DYE ya li ser sê şoreşgerên Kurd jî şermezar kir û got: “Niha bi dubarekirina vê biryarê dixwazin pêşengên gelê Kurd tine bikin. Me bê vîn bike.”

Di daxuyaniyê de YJCÊ destnîşan kir ku her çiqasî êrîş li ser gelê Kurd bê kirin jî wê ti carî negihêjin armancên xwe û wê bi ser nekevin û ev hate gotin: “Dagirkeriya Tirk çawa li Garê têk çû, wê bi heman rengî li Metîn, Zap û Avaşîn jî têk biçe. Gerîla xwe ispatkiriye û ti hêz nikare xwe li ber gerîla bigire.”

Jinên Ciwan anî ziman ku êrîşên li ser gerîla û çiyayên Kurdistanê tên kirin, heman demê êrîşên li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî ne jî û got: “Em di serî de bang li hemû jin û jinên ciwan û civaka Êzidî, gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Bi taybet îxaneta PDK dike qebûl nekin.Werin em bi ruhê berxwedana Gerê xwedî li gerîla derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.