YJA-Starê bîlançoya şer a 2012 aşkere kir

YJA-Starê bîlançoya şer a 2012 aşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star bîlançoya şer a sala 2012 aşkere kir. Li gorî bîlançoyê gerîlayên ji di salê de 74 çalakiyên taybet li dar xist. Di van çalakiyan de herî kêm 86 leşker mirin û zêderiê 30’an jî birîndar bûn. YJA-Star peyama; “Me weke artêşa jinan, me bi çalakiyên xwe hesab ji hukûmet û artêşa AKP’ê pirsî. Ji niha û pêve jî em ê bipirsin.”

Di sala 2012 de di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî yê ku ji aliyê HPG’ê ve hatibû destpêkirin, gerîlayên jin ên YJA-Star jî bi gelek çalakiyên taybet mohra xwe li pêvajoyê dan. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê, bîlançoya çalakiyên taybet ên ku di 2012 de ji aliyê gerîlayên jin ve pêk hatin, aşkere kir.

Fermandariya biryargaha YJA-STAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên xwe yên 2012an aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tevgera azadiya kurd bi berxwedaneke mezin û bi giyana têkoşînê sala 2012an pêşwazî kir.

YJA-STAR’ê destnîşan kir ku di encama polîtîkayên hikûmeta AKPê de kuştina jinan û şideta li ser jinan zêde dibe. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, ku di sala 2012an de hemleya şerê gel yê şoreşgerî derket zîrveya herî jor.

YJA-Starê got: ''Me wek artêşa jin bi çalakiyên xwe ji hikûmeta AKPê û artêşa wê hesap pirsî û ji niha û şûnde jî em ê bipirsin”

74 ÇALAKÎ HATINE LIDARXISTIN

Di daxuyaniyê de bîlançoya çalakiyên gerîllayên jin ku li darxistine wiha rêz kirin:

''Di çarçoveya hemleya şoreşgerî de gerîllayên me yê YJA Starê 74 çalakî li dar xistin'.

-12 caran nasname û kontrola rê pêkanîne. Di tevahiya salê de di encama kontrola riyan de 6 kes hatine binçavkirin, piştî ku jêpirsînê wan qediyaye serbest hatine berdan

- Li herêma Garzanê Ajanê ku kampa 15 rêhevalên me yê jin ku îxbar kiribû, şehîtketibûn ji aliyê gerîllayên YJA Starê ve hat cezakirin.

-Di encama operasyonên artêşa tirk yên bi armanca tinekirinê de, Gerîllayên YJA Starê 5 caran şer rudaye, di van şeran de gerîllayên me ti windahî nedane, ji artêşa tirk gelek kes hatine kuştin an jî birîndar bûne.

-Di encama çalakiyên Hêzên me yê YJA Starê de payedar jî di nav de 86 eskerên artêşa tirk hatine kuştin 30 jî birîndar bûne.

-Hezên me yê YJA Starê darbe li helîkoptereke Skorskî dane. 5 maşînên zirxî îmha kirine û traktoreke ku ji hêzên artêşa tirk re erzaq dibir şewitandine.

-Di tevahiya sala 2012an de di şerê li dijî artêşa tirk de 80 gerîlayên jin ên YJA Starê û HPGê jiyana xwe ji dest dane.