Japonya bi pileya 6,2 hejiya

Li Japonyayê bi pileya 6.2 erdhej pêk hat. Derbarê windahî û ziyana mal de agahî nehatine bidestxistin.

Li Japonyayê bi lpileya 6,2 erdhejek pêk hat. Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) de hat ragihandin ku li peravên girava Yakuşîma ya eyaleta Kagoşîmayê bi pileya 6,2 erdhej pêk hatiye. Hat destnîşankirin ku erdhej 151 kîlometre li rojhilatê giravê pêk hatiye. Erdheja ku kûrahiya wê 10 kîlometre hat pîvandin hêj hişyariya tsunamiyê nehatiye dayîn. Der barê zwindahî û ziyanên mal de agahî nehat bidestxistin..