YJA Star: Ji bo azadiya Rêberê me çi pêwîst be em ê wê bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me çi pêwîst be em amade ne wê bikin. Lewma em ê sala 2016'an bikin sala azadiya Rêberê me."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û di destpêkê de Daykia Uveyş û şehîdên Amarayê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

Fermandariyê da xuyakirin, ku ew roja 4'ê Nîsanê ya ji bo wan xwedî wateyeke gelekî mezin e bi coşeke mezintir pêşwazî dikin û got, "Her civak, her serdem xwedî lîderekî ye ku pêşengiyê dike. Rêber Apo xwedî li mîrateyên lîderên di hemû serdeman de pêşengî ji civakan re kirine û di jiyana azad û demokratîk de israr kirine, derketiye. Bi vî rengî bûye rêberê sedsala 21'an. Lewma ne tenê Rêberê civaka xwe ye. Bi paradîgma û felsefeya xwe ya jiyanê re rê li ber pêşketinên welê vekiriye, ku dibin bersiv ji hemû mirovahiyê re. Ji ber vê yekê em dibêjin Rêber Apo rêberê jiyana azad a sedsala 21'an e."

'DIVÊ 4'Ê NÎSANÊ BI RUHEKÎ MEZIN Ê BERXWEDAN Û SERHILDANÊ WERE PÊŞWAZÎKIRIN'

YJA Starê da zanîn, ku Rêberê Gelê Kurd di nava sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de bi berxwedaneke mezin re, hemû nêzîkatiyên tinekirin û înkarê pûç kiriye, hemû plan û hesabên hikûmeta Erdogan-AKP'ê û dewletê ji hev xistiye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta ku tehemûlî vê nekiriye, careke din serî li tecrîdkirinê daye. Lewma ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî hevdîtin bi Rêberê me re nehatiye kirin. Ev saleke têkiliya bi Rêberê me re hatiye qutkirin, li ser rewşa wî agahî nayên girtin. Ji bo Rêberê me ji nava van mercan bê derxistin û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em amade ne çi pêwîst be bikin. Lewma em ê sala 2016'an veguherînin sala azadiya Rêberê me. Pêwîste jin ji bo azadkirina Rêber Apo xwe li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê bi rengekî herî xurt bi rêxistin bikin û seferber bibin. Ji çiyê heta bajaran, ji gundan heta metropolan, di her dem û cihî de têbikoşin û berpirsyariyên hevrêtiya bi Rêbertî re bi cih bînin. Eger serhildan bên mezinkirin û di encama vê de berxwedana xwerêveberiyê were biserxistin, 4'ê Nîsanê wê bêhtir watedar bibe. Lewma divê 4'ê Nîsanê bi ruhekî mezin ê berxwedan û serhildanê bê pêşwazîkirin. Yekane hêza pêşengiyê ji vê re bike jî, jin e."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 4'ê Nîsanê pîroz kir, berxwedna xwerêveberiyan silav kir û bang li jinên ciwan kir ku ji bo gaveke din nêzî Rêbertî bibin berê xwe bidin çiyayên azad.